Ji bo vegera koçberên Efrîn û Şehbayê di nav demek kin de dê roja vegerê bê diyarkirin. Her wiha rapora têkildarî vegerê ji hêla Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê radestî Neteweyên Yekbûyî kirî jî hêj bersivek hatiye dayîn.
Di 16ê Sibatê de Kombenda Efrîn a Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û Nûnertiya Civaka Sivîl a Ewropayê der barê vegera bi ewle ya Efrîniyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê li derdora 400-500 malbatan vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê.
Meclisê pêwistî ji NYê re ragihandin
Li gorî agahiyan ev hefteyek e ji bo vegera koçberan û pêwîstiyên vegerê dan û standin di navbera Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê de berdewma dikin. Di hefteya borî de Meclisê li ser pêwîstiyên vegera koçberan raporek da NYê, lê heta niha bersivek nehatiye dayîn.
Dê roj bê diyarkirin
Çavkaniyên me diyar kirin ku 400 malbat ji bo vegerê amede ne, dê di vê hefteyê de ji bo vegerê rojek bê diyarkirin û dê 400 malbat vegerin navçeyên Mabata, Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê.













