Hejmarek ji pisporên mafên mirov ên di nava Neteweyên Yekbûyî de ne, bi daxuyaniyekê bang li Îranê kirin ku dawî li çewisandina çalakvanên jin bîne. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn bê betakirin.
Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de hejmarek ji pisporên mafên mirov ên Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bê betalkirin. Her wiha ji rejîma Îranê hat xwestin lêkolînê derbarê îşkence û bê dadiyên tên kirin de bê kirin û dawî li çewisandin û hedefgirtina çalakvanên jin bê anîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Pexşan Ezîzî ji bo bi darê zorê îtiraf bike, di jêr êşkenceya derûnî û fîzîkî de hatiye hiştin û demek dirêj rê nehatiye dayîn bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Her wiha ji bo bi zorê îtiraf bike, gelek endamên malbata wê hatine binçavkirin.”
Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin cezayê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.