Li Rojhilatê Kurdistanê 5 partiyên siyasî ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê peymanek nû çêkirin. Hate ragihandin ku ev peyman ji bo bidestxistina mafê çarenûsî û avakirina siyaseta demokratîk ya ji bo pêşerojê hate îmzekirin.
Îro 5 aliyên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ‘Hevpeymanaiya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ ragihandin. Ev alî piştî nîqaş û civînên gelek carî gihiştin lihevkirinê.
Piştî lihevkirinê daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de heta diyarkirin ku tevgerên siyasî yên netewî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi salane bi rengê rêxistinkirî û berdewam li dijî desthilata dîktatorî û navendî ji bo desxistina mafê xwe yê netewî û siyasî têkoşîn û xebat kirine û got: “Rejîma Îranê piştî hatina ser desthilatê tim şer ferzkiriye û sedan rêberê wê ya siyasî bidarvekiriye û qetil kirine. Bi hezaran ciwanên şoreşger û çalakvanên siyasî şehîd kirine û li girtîgehan qetil kirine. Kurdistan kirine erdnîgariyeke dagirkirî û milîtarîzekirî. Bi siyaseta serkutkirinê ya Hikûmeta Komara Îranê birêve birine.”
Di dewamê de ev hate gotin: “Em partiyên siyasî Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê îmze kir ji bo domandina xebat û têkoşîna pêwîstiyên li welat û ji bo rewşa siyasî ya îro bibin bersiv. Me li Kurdistanê hêz û xebata xwe kir yek û hevpeymanek siyasî radigihînin. Piştî qonaxa guherîna raman û karên li ser erdê ya ‘navenda diyalog û hevkariyê’ ev hevpeyman pêk hat. Ji bo zêdetir girîngî bidîn karê siyasî yên Kurd li Îranê û têkoşîna partiyên siyasî ya li dijî Komara Îranê. Her wiha bidestxistina mafê û azadiya xelkê Kurdistanê û çawanî avakirina Îranê ya nû.”
Di dewamê de ev hate gotin: “Armanca me ya serekî têkoşîn kirin ji bo hilweşandina Komara Îsalmî ya Îranê ye. Pêkanîna mafê diyar yê çarenûsa Kurdan bikarîn avaniyeke netewî û demokratîk li ser bingehê vîna siyasî netewî ya Kur dli Rojhilatê Kurdistanê. Emê bi piştgiriya xebat û nerazîbûnên li seranserî neteweyên li Îranê yên li dijî Komara Îslamî ya di vê qonaxê de. Her çiqas avakirina veguherînek demokratîk û berfireh were parastin jî, bingeha her hevkarî û tifaqek bi partiyên din re dê naskirina mafên neteweyî yên neteweyan, qebûlkirina demokrasiyê û redkirina her cûre dîktatoriyê be.
Em baweriya xwe bi parastina jîngehê û edaleta civakî, wekheviya mafên jin û mêran, xurtkirina hilbijartinên azad, mîsogerkirina mafên bingehîn ên hemû civakên etnîkî û olî yên li Kurdistanê û avakirina sîstemeke rêveberiya demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê tînin, da ku ew welat ewle bibe; em vê yekê wekî erkê xwe dibînin.
Em bawer dikin ku yekîtiya siyasî, lihevkirina partiyên siyasî û têkoşîna wan a hevbeş şerteke ji bo xurtkirina pozîsyona Kurdan di hevkêşeyên siyasî yên her tim diguherin ên Îranê de. Ji ber vê yekê, em amade ne ku bi hemû partiyên siyasî yên li derveyî peymana xwe re hevkariyê bikin.”













