Di demek ku gefên DAIŞê û komên çete li ser Êzidiyên Şengalê zêde bûye de artêşa Iraqê li Şengalê dest bi bêçekirina welatiyên Êzidî kir.
Piştî zextên dewleta Tirk ên li ser Iraqê û gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên dijî Êzidiyên Şengalê artêşa Iraqê tevî di gotin de dijî derket jî, îro li Şengalê dest bi çêkirina noqteyên nû yên leşkerî kir.
Piştî vê hewldanê hate zanîn li seranserê Şengalê dest bi komkirina çekên welatiyan kir ku ji bo parastina xwe li gel xwe radikin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê vê êvarê artêşa Iraqê li seranserê Şengalê dest bi operasyona komkirina çekan kiriye.
Çavkaniyê diyar kir ku artêş dixwaze dest deyne ser çekên welatiyên Êzidî ku ji bo xwe ji fermanê û gefên çeteyan biparêzin li gel xwe digirin.
Hate gotin, wê di nava van rojan de li hemû gund û komelgehên Şengalê operasyona dest danîna ser çekên Êzidiyan bimeşînin.
Çavkaniya taybet a diyar kir ku beriya fermanê jî hêzên fermî yên li Şengalê tevî xeteriyên DAIŞê jî dest danîn ser çekên Êzidiyan û paşê jî çete êrişê DAIŞê kirin. Çavkaniyê daxuyakirin hewldana artêşa Iraqê ya niha senaryoya 2014an bibîr dixe.













