Hêzên leşkerî yên girêdayî artêşa Iraqê li ser taxa Kurdan a Newrozê ya Kerkukê girtin û gelek şêniyan ji xaniyên wan derxistin. Herwiha Artêşê piştî valakirina malan agir li malan xistin. Partiyên Kurd yên li Kerkûkê li dijî êrişên ser Kurdên li Kerkûkê pêk tên, civîn pêk anîn û êriş şermezar kirin. Partiyên Kurd diyar kirin ku ew ê li dijî êrişakaran xwedî helwesteke kurdewar bin.
Îro li Liqa 3 ya PDKê ya li Kerkûkê tevayî partiyên Kurd yên li Kerkûkê civînek li dar xistin. Hat ragihandin ku armanca tevahî partiyên Kurd li ser mîsogerkirina yekrêzî û yekhelwestiya bû. Partiyên Kurd derbarê civîna xwe de daxuyani dan û di daxuyaniyê de eşkere kirin ku êrişa artêşa Iraqê ya li ser xaniyên Kurdan yên li taxa Newrozê şermezar kirin.
Hat ragihandin ku civîn bi dirûşma “Bijî Kurd, bijî Kurdistan” bi dawî bû.













