Enqere – Zimanzan û nivîskarê Kurd Sadik Varli bi bîr xist ku di rapora Komîsyona Meclîsê de mafê perwerdehiya Kurdî bi awayek zelal cih nagire û ev yek wekî kêmasiyek mezin bi nav kir. Varli bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha got: “Ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya zimanê zikmakî divê em li qadan bin. Heke em wisa nekin kes mafên me nade me.”
Komîsyona Meclîse ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû avakirin di 18ê Sibatê de bi derxistina raporeke hevpar xebatên xwe bi dawî kir. Rapora hevpar a Komîsyona Meclise dê di komîsyonên îhtîsatê yên Meclisê de bên nirxandin û piştrê jî li gor pêşniyarên hatinê kirin qanûn dê derbikevin. Piştî qanûn di Lîjneya Giştî ya Meclîse de hatin erê kirin dê bikevin meriyetê. Raya Giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê jî li bendê ye ku di demek zû de pêşniyarên raporê bibin qanûn. Di raporê de ji bo endamên rêxistinê derxistina qanûnek taybet cih girt. Her wiha Mafê hêviyê jî di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de weke “Berdana bi şert” di raporê de cih girt.
Her wiha yek jî mijara girîng mafên neteweyî yên gelê Kurd in. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê jî di bin banê xala “Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û Azadiyan” de werin bicîhkirin. Her wiha di raporê de hatiyê gotin ku divê astengiyên li pêşya bikaranîna mafên xwezayî bên rakirin. Lê rasterast mafê perwerdehiya fermî ji bo zimanê dayikê nehatiyê bi nav kirin. Ev yek jî bû sedema rexne û nîqaşan li ser rapora hevpar. Zimanzan û nivîskarê Kurd Sadik Varli rapora komîsyonê û girîngiya bi cihanîna mafê zimanê dayikê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Divê di hemû astan de perwerdehiya Kurdî bê dayin’
Sadik Varli diyar kir ku ziman stûna neteweyan e û derbarê rapora hevpar de wiha got: “Di rapora hevpar de destnîşan nekirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê kêmasiyeke mezin e. Di dema serdema avabûna Komarê de gelê Kurd jî piştgirî da. Di serî de gelê Kurd naskirin û ji bo gelê Kurd jî soza xweseriyê dan. Lê piştî Komar ava bû gelê Kurd, welatê Kurdan û zimanê Kurdî tune hesibandin û komkujiyên mezin pêk hatin. Li dijî tunehesibandinê gelê Kurd têkoşîneke mezin da. Dewletê jî dît ku bi tunehesibandinê nikarin encam bigirin, vê carê dibêjin em ê li hev werin û pêvajoyek hat destpêkirin. Divê komîsyonê cih bidaya mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî. Divê di pêşdibîstanan heta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerdehî bê dayin. Heke perwerdehî nebe ziman di nava demê de têk diçe. Heke mafê perwerdehiyê ku mafêkî xwezayi ye neyê dayin wateya pêvajoyê jî namîne.”

‘Têkoşîn nebe kes mafan nade me’
Di berdewama axaftina xwe de Sadik Varli destnîşan kir ku ji bo bi destxistina mafê perwerdehiya zimanê dayikê divê Kurd li qadan bin û wiha pê de çû: “Heke em weke saziyên ziman, partiyên siyasî û gel daxwazên xwe ji dil û bi israr nekin û têkoşînê nekin kes mafê me nade me. Divê em bi hêzeke pir xurt li qadan dengê xwe bilind bikin û siyasetmedarên me jî mafên me di meclîse de biparêzin. Em jî bi meş, çalakî û mîtîngan daxwazên xwe bînin ziman. Em vî awayî nêkin tu kes mafê me nade.”
‘Divê gel, siyset û sazî xwedî li ziman derkevin’
Sadik Varli bal kişand ser rewşa bikaranîna Kurdî li Bakurê Kurdistanê û wiha domand: “Berê dewletê bi darê zorê civak asîmîlê dikir. Lê nedikarîn bi serbikevin. Taybet piştî li her malê televîzyon bi cih bûn êdî bikaranîna Tirkî hêj zêdetir bû. Niha jî hewce nemaye dewlet bi darê zorê civakê asîmîlê bike. Civak xwe bi xwe asîmîle dibe. Dema em zarokbûn tevî me Tirkî dizanî jî me şerm dikir biaxivin. Lê niha malbat êdî bi zarokên xwe re Kurdî neaxivin. Ji ber vê yekê jî êdî axaftina bi Kurdî kêm dibe. Heke em li berxwe nedin û pêşya vê pişaftrinê negirin û heşmendiya Kurdî ava nêkin ziman dê têk biçe. Erka herî mezin jî dikeve ser milê siyaseta Kurd. Ji ber ku siyaset di rewşa îro de ji civakê re pêşengiyê dike. Ji bo wê taybet divê qada siyasetê zimanê xwe Kurdî be. Kesek bixwazê pêşengiyê bike divê lê bê ferzkirin ku Kurdî bizanibe. Divê gel, siyset û hemû saziyên me xwedî li ziman derbikevin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”












