Amed – Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê ku ji klamên şer, mêrxasî û evîndariyê pêk tê û berhevkariya wê Rêdî Seîd û Hîkmetê Panîyê kiriye ji Weşanên Wardozê derket.
Pirtûka zargotin û dengbêjiyê ya bi navê Dengbêj Memedê Panîyê ku ji klamên şer, mêrxasî û evîndariyê pêk tê û berhevkarî û nivîsîna wê Rêdî Seîd û Hîkmetê Panîyê kiriye ji Weşanên Wardozê derket. Pirtûk bi vegotina jiyan û dengbêjiya Memedê Panîyê dest pê dike û ji beşên “Kilamên Şer û Mêrxasiyê” û “Klamên Evîndariyê” pêk tê. Destpêka pirtûkê lawê Memedê Panîyê Hîkmet Panîyê ku di nivîsîna pirtûkê de jî cihê xwe girtî ye, qala jiyan û dengbêjiya bavê xwe dike. Her wiha Dengbêj Zahiro, Dengbêj Mihemedê Nenecanî, Dengbêj Îzetê Panîyê û Emer Ergîn (Kurê Elî Zîverê Silêmanê Ahmed, Birazîyê Ferzendeyî) jî di pirtûkê de qala Dengbêj Memedê Panîyê dikin. Di pirtûkê de 57 kilamên şer û mêrxasiyê û 44 klamên evîndariyê hene. Gelek kilamên di pirtûkê de tevî agahiyên xwe hatine dayîn. Di pirtûkê de her wiha pêveka albuma wêneyan jî heye.
‘Kurdan gelek hestên xwe bi rêya dengbêjiyê vegotine’
Di beşeke pêşgotina pirtûkê de wiha tê gotin: “Kurdan gelek hest û bestên xwe bi rêya dengbêjîyê vegotine. Çi şerên eşîran ên navxweyî, çi şerên li hemberî zordaran, çi yên mêrxasîyê û çi jî yên evîndarîya keç û xortan, dengbêjan hema hema her kêlîka jîyanê kirîye kilam û li bal civatê gotîye. Dengbêjan carna bi kilamên xwe civat xemgîn kirîye û carna jî kêfxweş kirîye. Her wiha bi zanebûna xwe pirî caran civat ji dîrokê agahdar kirîye û rê daye ber wê û ew bi gelek bûyerên nexweş ên ku hatine serê gelî hişyar kirîye. Bûyerên mezin ên ku di nav civatê da qewimîne, hemû agahî û hûrgilîyên wan di bîr û kilamên dengbêjan da ne. Bi saya wan rastîya dîrokê ji ber çavan nehatîye veşartin û her tişt çawa qewimîye, ew wisa jî hatîye qalkirin. Ji ber vê jî dengbêj rastbêjên gelê xwe ne, hafizeya gelê xwe ne, dîrokzanê gelê xwe ne.

Di hunera dengbêjiyê de deng û peyv şirîkê hev in
Gava em bala xwe didin hunera dengbêjîyê, em dibînin ku ji xeynî meqamên muzîkê, zimanekî xurt, xwerû û bijarte jî hatîye bikaranîn. Dengbêjan wekî helbestvanan qîmeta her peyvê zanîye û her peyv di şûna xwe da gotîye û her hevok jî li gorî naveroka qewimînan û rîtma meqamê saz kirîye. Her çiqas kilam bi zimanekî hêsan hatibin çêkirin jî em dibînin ku ziman bi hostatî hatîye bikaranîn, li gorî dîyalektîka çarçoveya hunerê hatîye şixulandin û karekî aqilane pêk hatîye. Tiştekî din jî ev e; di hunera dengbêjîyê da deng û peyv, şirîkên hev in, ji hev venaqetin û kilam bi her duyan çêdibe. Ji wan yek sist be, qels be, ev kar bê ruh û bê tesîr dibe. Ji ber vê jî wekî gelek dengbêjan, dengbêjên Serhedê jî wan bi qasî ku serê xwe bi meqamê ra êşandîye ewqas jî qîmet daye peyv û gotinê. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku dengbêjî ne tenê hunereka muzîkê ye, her wiha hafizeya dîroka gelî ye, ku bi muzîk, wêje û dîrokê hatîye hûnandin û xemilandin.
Bi saya dengê wî gelek klamên sedsala borî ji windabûnê xelas bûne
Memedê Panîyê jî yek ji wan dengbêjên Serhedê ye ku wî bi klam û destanên xwe, xizmeteke mezin li zargotina Kurdan kiriye û bi şêwaza xwe hunera dengbêjiyê dewlemendtir kiriye. Wî berhemên biqîmet pêşkeşî cıvata xwe kirine, bi wan daye guhdarîkirin û hezkirin. Bi saya deng û awaza wî, gelek klamên sedsala borî ku gelekî wan bi dîroka Kurdan a sedsala borî re eleqedar in ji windabûnê xelas bûne…”
Hemçaxê dengbêjê navdar Şakiro ye
Li ser bergê pirtûkê yê dawiyê jî ev agahî hatine nivîsîn: “Memedê Panîyê hemçaxê dengbêjên Serhedê yên navdar ên wekî Şakiro, Tahiro, Keremê Oxçîya, Ehmedê Hêliksan, Xosrofê Demya û Nûredînê Meter e. Herçiqas wî jî wekî gelek dengbêjên Serhedê qewimînên sedsala borî gotibin jî wî naveroka wan qewimînan li gorî şêwe û tehra xwe çêkiriye û straye.
Dema em li kilamên wî guhdarî dikin, şêwaz û meqameka taybet û xurt tê dîtin. Bi qasî muzîkaliya wî, ji hêla bikaranîna ziman û sêwirandina hûrgiliyên jiyanê ve jî kilamên wî Xwedî terz û hêzeka mezin in.”













