Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê têkildarî serdan û hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir di 17ê Çileyê de daxuyaniyê bide.
Şandeya ku ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, di 28ê kanûnê de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya Îmraliyê ku ji Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê, serdana partiyên siyasî kirin. Heyeta Îmraliyê wê têkildarî van serdan û hevdîtinan di 17ê Çileyê de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.