Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, li PE’yê civîna çapemeniyê li dar xist û bang li YEyê kir ku di pêvajoya ku bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re tê meşandin de bibe garantor.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn ku di muzakereya bi Şamê re tê meşandin de cih digrin, li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist.
Endama S&D’yî ya Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîrê pêşengî ji civînê re kir. Axaftina ewil endama PEyê Daniel Attard kir. Attardê piştevaniya xwe ji bo Kurdan diyar kir û wiha got, “Me beriya hefteyekî li Parlamentoya Ewropayê biryarek girt. PEyê bi dengekî xurt piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kir.”
Evîn Încîrê diyar kir ku PE dixwaze ku alîkariyên ji bo Şamê girêdayî şertan be û mafên Kurdan were naskirin û wiha got, “Yekîtiya Ewropayê deyndarê Kurdan e, nikare wan biterikîne.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) Îlham Ehmedê destnîşan kir ku ew piştgiriya bi Kurdan û Rojava re wekî piştgiriya demokrasî û aştiyê dinirxînin.
Îlham Ehmedê got: “Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina Sûriyeyeke nû wekî piştgiriyê dibînin.”
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku Kurd û tifaqên wan li dijî DAIŞê têkoşiyane û mirovahî ji xeteriyeke mezin rizgar kirine û wiha got: “Li hemberî van hewldanan, divê piştgirî daban ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de hatiba mîsogerkirin.
Êriş li dijî Kurdan çêbûn û ev êrişan li dijî demokrasiyê ne. Pergaleke demokratîk heye ku mafên jinan misoger dike. Ev êriş li dijî vê pergalê bûn.”
Şer devam dike
Îlham Ehmedê peymana ku di 29ê Çileyê de bi Şamê re hate îmzekirin, bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peyman li ser entegrasyon û agirbestê bû. Têkildarî vê peymanê hîn gelek gav hene ku nehatine avêtin. Di nava dewletê de, derbarê entegrasyona leşkerî, ewlehî û saziyên sivîl gav têne avêtin. Lê hîna jî kêmanî hene û nîqaş têne kirin. Lê gotina ku dikare rê li ber şer veke, dewam dike. Gotinên hêzên ku rasterast girêdayî hikûmetê ne, derbarê vê yekê de hene.”
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku ji bo pêvçûn di navbera Kurd û Ereban de derkevin, hewldanên hem hundir hem jî hêzên herêmî hene.
Divê mafên Kurdan di destûra bingehîn de bên misogerkirin
Îlham Ehmedê wiha got, “Em gavên ku heta niha hatine avêtin erênî dibînin, lê ji bo ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de were mîsogerkirin û li ser komîsyona destûra bingehîn ku Kurd di nav de cih bigrin, gav nehatine avêtin. Nûnertiya Kurdan a di saziyên dewletê de hîna pêk nehatiye. Tevlîbûna Kurdan di pêvajoyên biryarê û avakirina Sûriyeya nû de girîng e.
Her wiha ji bo ku mafên jinan hem di destûra bingehîn û hem jî saziyên dewletê de werin naskirin, hîna kêmasî hene.”
Divê garantorên pêvajoyê hebin
Îlham Ehmedê bal kişand ser xeteriya DAÎŞê û destnîşan kir ku DYAyê hê Sûriyeya nû nehatiye avakirin, biryara vekişîne girtiye û wiha got, “Di mijara çawa meşandina vê pêvajoyê de, hîna misogerî tune ye. Em jî dixwazin di vê civînê de dengê xwe bidin bihîstin.”
Îlham Ehmedê got, “Em dixwazin garantorên vê pêvajoyê hebin. Em ê ji Yekîtiya Ewropayê re bibêjin ku ji bo pêkanîna peymanê were misogerkirin, pêwistî bi garantoran heye. Ji bo misogerkirina pêşerojê pêwîstî bi alîkariyê heye.”
Îlham Ehmedê wiha berdewam kir: “Der barê vegera penaberan de tu gav nehatine avêtin. Ji bo vê jî mekanîzmayek pêwist e.”
Divê YPJ di nav artêşe de cih bigire
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî wiha axivî: “Em bi saya têkoşîn û berxwedana gelê xwe li vir in. Misogerkirina destketiyên Rojava ji bo hemû beşên Kurdistanê girîng e.”
Rohilat Efrînê anî ziman ku di sala dawî de li Sûriyeyê bêaramî serdest e û got, “Ji bo entegrasyonê divê misogerî hebin. Wekî YPJê me daxwazên xwe, têkoşîna ku hatiye dayîn û şoreşa Rojava di bin pêşengiya jinan de pêşketiye danî holê. Divê pêşengiya jinan di Sûriyeya nû de were naskirin. Divê YPJ jî wekî hêzeke jinan cihê xwe bigire.”
Rohilat Efrînê destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên Rojava û destketiyên jinan hewceyî bi hevgirtinê heye.
Vegera Efrînê
Her du rayedaran bersiva pirsên rojnamegeran da.
Îlham Ehmedê pirsa derbarê vegera ji bo Efrînê wiha bersivand: “Lihevkirina bi Şamê re ya derbarê Efrînê de gelê Efrînê wê beşdarî rêveberî û ewlehiyê bibe. Nîqaş hîn jî berdewam dikin, lê pirsgirêk hene. Lê pêvajo yekalî dimeşe. Em jî dixwazin ji bo vegerê garantiyan bistînin. Derbarê vê yekê dîrokek nehatiye destnîşankirin. Niha 400 malbat amade ne ku wekî koma yekem vegerin. Hevdîtin wê bi hikûmetê re berdewam bikin.”
Divê YE bibe garantor
Rohilat Efrînê pirsa derbarê entegrasyona leşkerî de wiha bersivand: “Di mijara avakirina artêşekê de li ser 4 tûgayan lihevkirinek heye. Em wekî YPJê dixwazin wekî avaniyeke xweser hebin. Nîqaşên me berdewam dikin, lê hîn biryarek şênber tuneye. Ji bo ku YPJ jî di artêşê de cih bigire, divê têkoşîn berdewam bike.”
Îlham Ehmed der barê Yekîtiya Ewropayê de jî ev peyam da: “YE ji bo pevçûn dubare nebin dikare rol pêk bîne, mekanîzmayekê biafirîne. Ger ew rola garantoriyê pêk bîne dê bandoreke erênî çêbe.”













