Şefê Buroya NHKê yê Îranê Shinnosuke Kawashima ji hêla rejîma Îranê ve hate girtin.
Şefê Buroya Îranê ya saziya Japonyayê Nippon Hōsō Kyōkai (NHK) Shinnosuke Kawashima di 20ê Çileyê de dema ku xwepêşandanan dişopand hat binçavkirin. Rejîma Îranê der barê binçavkirina Kawashima de daxuyaniyek fermî nedaye.
Li gorî Radyoya Farda, rojnameger Kawashima di 23yê Sibatê de veguhastine Qawîşa 7an a Girtîgeha Evînê ku girtiyên siyasî lê ne.
Berdevkê hikûmeta Japonyayê Masano Osaki li Tokyoyê ji rojnameger re got ku welatiyekî Japonî di 20’ê Çileyê de li Tehranê hatiye binçavkirin û got: “Piştî wergirtina nûçeya binçavkirinê, hikûmeta Japonyayê bi Îranî re têkilî daniye û bi tundî daxwaza berdana wî kesî kiriye.”













