• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

    Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

    Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

    Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

    ‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

    ‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 26ê SIBATA 2026an

    Mîthat Sancar li PEyê axivî: Divê pêvajo derbasî zemîna hiqûqî bibe

    Mîthat Sancar li PEyê axivî: Divê pêvajo derbasî zemîna hiqûqî bibe

    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

    Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

    Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

    Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

    ‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

    ‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 26ê SIBATA 2026an

    Mîthat Sancar li PEyê axivî: Divê pêvajo derbasî zemîna hiqûqî bibe

    Mîthat Sancar li PEyê axivî: Divê pêvajo derbasî zemîna hiqûqî bibe

    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

Serdar Altan / AW

26 SIBAT 2026 - 09:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangekî dîrokî kiribû û niha jî salvegera vê bangê ye. Ocalan piştî vê bangê manifestoya bi navê “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” amade kir. Ocalan hem di fanîfestoyê de hem jî di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê re girîngiyek mezin dide yekîtiya Kurdan. Ocalan, hewldanên xwe yê di vê derbarê de şênber dike û bi caran bang li aliyan dike ku werin cem hev û xebatek berfireh bidin meşandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangeke dîrokî kiribû. Hem di pêvajoya vê bangê de hem jî piştî wê, dema Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk amade kir, Ocalan li ser pirsgirêkek pir girîng disekine; ew jî yekîtiya Kurdan e. Wekî tê zanîn Ocalan di despêka pêvajoyê de banga guhertinekî dîrokî dike, paradîgmayek datîne holê û nîqaşên xwe li ser vê fikr û ramanê birêve dibe. Bi awayekî xelet ev pêvajo her wekî tenê pêvajoyeke lihevhatinê hat pênasekirin lê belê di rastiyê de ji wê gelek wêdetir bû.

Ocalan di şêwazê têkoşînê de guhertin pêk dianî û bingehek ji bo serdema têkoşînek nû dida avakirin; hem di hêla fikrî de, hem di hêla pratîkî de. Yekîtiya Kurdan, ango hevgirtina Kurdan jî yek ji van xalan bû ku Ocalan wê weke qadekî têkoşînê didît. Lê belê gelo ev yekîtî û hevgirtin li ser kîjan hîman dê pêk bihata? Her wiha partî, sazî û dezgehên Kurdan li kudera vê nêzîkatiyê bûn? Pirsa herî girîng jî dê Kurd çawa yekîtiya xwe pêk bianiyana?

Di beşa sêyem ya rêzedosyeyê de emê hewl bidin ku di çarçoveya fikr û ramanên Abdullah Ocalan de li ser bingeha yekîtiyê û pêkanîna wê bisekinin. Ji bo vê jî emê hem ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, hem jî hevdîtinên Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê sûd wergirin û li gorî agahiyên me bi dest xistiye Ocalan çi gotiye emê bi we re parve bikin.

Yekîtiya neteweyî her ‘derdê sereke’ yê Ocalan bû

Mijarek herî girîng ku Abdullah Ocalan di hevdîtinan de li ser disekine mijara yekîtiya neteweyî ye. Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinan de bi awayekê li ser vê mijarê disekine û rewşa dawî dinirxîne. Mijara yekîtiyê wekî ‘derdek sereke’ û ‘armancek xwe ya stratejîk’ pênase dike. Gelek caran behsa hewildanên yekîtiya neteweyî dike û tecrûbeyên di paşerojê de pêk hatîn dinirxîne. Peymana di sala 1982yan de bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re çêkirî bi bîr dixe û wekî tecrûbeyek watedar bi lêv dike. Bi heman awayî protokola di sala 1993yan de bi Celal Talabanî re çêkirî jî bi bîr dixe û wekî tecrûbeyek perçeyê hewildanên avakirina yekîtiyê dinirxîne. Di 12ê Nîsana 1995an avakirina Parlementoya Kurd li Derveyî Welat, 1999an de avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, xebatên pêvajoya 2013-2015an ên kongreya neteweyî wekî mîrasek erênî û pêşeroja avakirina yekîtiya neteweyî dibîne. Ocalan dixwaze ku tecrûbe û daneheva derketiye holê di çarçoveya derfetên bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derketine holê baş bên nirxandin.

Di manîfestoyê de yekîtiya Kurdan

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk de yekîtiya Kurdan di çarçoveya bernameya “civaka demokratîk” de dinirxîne. Lê belê vê mijarê weke xaleke sereke pênase dike. Civaka demokratîk divê di nava xwe de karibe xwe birêve bibe. Ji bo vê jî divê yektîtiya xwe saz bike. Yekîtî ne tenê hêzeke jeopolîtîk e, her wiha avabûna civakê li ser hîmên demokrasiyê ye. Ev yekîtî hem li perçeyên Kurdistanê di nava xwe de, hem jî ji bo çar perçeyên Kurdistanê bi hevgirtinek esasî pêkan e. Li vir ya herî girîng yekîtiya di nava perçeyan de ye. Ocalan vê yekê di bin banê “Kongreya Netewî ya Kurdistanê” de pêkan dibîne: “Min berê di pêvajoya aştiyê ya yekem de ev pêşniyar kiribû: kongreyek neteweyî dê were organîzekirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dê kongreyek be ku hemû Kurdan di nav xwe de bigire. Desteyeke wê ya rêveberiyê dê hebe ku hemû Kurdan di nav xwe de bigire; ev desteya rêveberiyê dikare hemû danûstandinan bi xwe ve girêbide. Bêguman, heke ew bixwazin bi Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê re. Kurd dê di navbera xwe de yekîtiyê jî misoger bikin û dikarin di têkiliyên bi cîranên xwe re xwedî gotin bin. Di demek dirêj de, bêguman hewcedarî bi amûrek wisa heye. Rêxistinên wekhev li welatên din jî hene. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ne têgehek xelet e; ew dikare di bin vê navî de were civandin. Hemû rêxistinên Kurdî li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê dikarin di bin vê sîwanê de werin cem hev. Ew ê xwediyê rêzikname, bername û armanca xwe be û dikare salane bicive. Ger kongreya yekem were lidarxistin, ev hemû dikarin werin organîzekirin.”

Ji nirxandinên Abdullah Ocalan tê zanîn ku niyeta wî ne tenê organîzasyonek bêbandor e. Ji bo vê li ser kîteyên kongreyê jî nêrînên xwe tîne ziman. Ji bo mekanîzmayek bi bandor Abdullah Ocalan nêrînên xwe wiha şênber dike: “Dê rêveberiyek kongreyê hebe. Rêveberî jî ji hêla kongreyê ve tê hilbijartin. Rêveberî ku mekanizmaya îcrakirina kar û xebatan e jî li gorî daxwazên civakên li Kurdistanî tê hilbijartin. Başûrê Kurdistanê dikare bibe navenda xebatên kongreye; Erbîl dibe, Silêmanî dibe an jî cihek din dibe. Lê diyar e divê navendekê hilbijêr e. Ev kongre îradeya siyasî ya hevpar a Kurdan e. Ku rêveberî xwe wekî komîteyan bi rêxistin bike jî hingê aborî, perwerdehî, tenduristî û dîplomasî dê bibin komîteyên jêrî rêveberiyê. Bêguman lingê herî girîng parastina cewherî ye. Dê parastina cewherî çewa bibe? Divê teqez ev demokratîk be. Nabe ku di bandora koman û kesan de be. Pêwistiyên din ên wekî aborî, civakî, çandî, dîrok û ziman bi demê re dê sazûmanî bibin. Pêwistî bi çareseriyek wiha heye. Ji vê jêrtir nabe. Jêrtir ev e û jortir jî netew dewlet e. Lê pêwistiya me bi yekîtiya demokratîk heye. Civaka demokratîk ji bo me di asta nebe nabeyê de ye. Dibe hêzên vê qebûl nekin hebin. A herî girîng jî dê dewleta federal çewa be? Niha beşek kêm a Kurdan digire nav xwe. Ji ber vê yekê pêwistî bi mekanîzmayek tevahiya Kurdan digire nav xwe heye. Ev jî ‘Yekîtîya Demokratîk a Kurdan e’. Modela em pêşniyar dikin ev tevahiya Kurdan digire nav xwe.”

Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê

Di manifesto û hevdîtinan de Ocalan ji bo astengiyên li pêşiya yekîtiyê mekanizma, model û pêşniyar afirandine. Ew her wiha balê dikişîne ser dubendiyên di navbera aliyan ku dibin sedema astengiyên li pêşiya yekîtîya neteweyî. Ocalan cudahiyê û têkiliyê wiha rave dike: “Divê ferq û têkiliya di navbera rêxistinên neteweyî û îdaolojîk de baş bê zelal kirin û ji hev bê cudakirin. Li şûna pergala PKK-KCKê pergala me ya îdeolojîk ‘yekîtiya komînên demokratîk e’. Ev mekanizmaya pêşeng a sosyalîzma demokratîk a civakparêz e. KNK jî ku pêkhateyên cuda yên ji çar perçeyên Kurdistanê di nav de cih digirin, mekanîzmayeke neteweyî ye. KNK dikare ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin, şêwazê wê yê rêxistinbûnê bê nûkirin. Divê KNK wekî Meclisa Neteweyî a Kurdistanê bê çalak kirin.”

Aqilê Kurd û hêza avakirina yêkîtiya neteweyî

Mijarek ku Abdulah Ocalan giranî li ser radiweste jî bêguman aqlê Kurd e. Hemû kesên Abdullah Ocalan dişopînin dizanin çiqas rexne li sedem, kêmasî û qelsiyên li pêşiya gelê Kurd asteng in. Bi vê boneyê dahurandin û pênaseyên tund û rexneyî dike. Ligel vê yekê Abdullah Ocalan di manifesto û nirxandinên di hevdîtinan de dike li ser çêbûn û pêşketina aqlê Kurd disekine. Li gorî Abdullah Ocalan gelê Kurd her tim ji ber vê qelsiyê winda kiriye û divê berî her tiştî aqlek kolektîf ê Kurdan çêbe. Her wiha Ocalan şênberbûna aqlê Kurdan jî di çarçoveya yekîtiya neteweyî de digire dest. Ji ber vê yekê destnîşan dike ku aqlê Kurdan ê kolektîf çêbûye û êdî divê vegere mekanîzmayekê ku wekî bedenbûna ruhê pênase dike: “Derdê min ew e ku ez aqlê kolektîf ê Kurdan pêşbixim. Herkes dê para xwe ji vî aqlî bigire. Gelek weşan hene. Ku ev weşan bikevin nav tevgerê dê vî aqlî, bîrdoziyê bi awayek bêhempa belav bikin û pêşî li pêşketinên mezin vekin. Ev çil sale bi lêhûrbûnek mezin ez heta vir hatim. Pirtûkek ku min nexwendî, propagandayek min nekirî nema. Qet nebe bila keda me vala neçe. Ez gihiştim vê encamê; bîrdoziyek Kurd a gelek balkêş û kûr hate afirandin…”
“…Tişta me îro kirî û em bi ser ketin afirandina bîrdoziyek Kurd e. Ev xebata me wekî xebatek Kurdan bigihîne bîrdoziyekê watedar dibe. Bîrdozî wekî ronahiyê ye; hem ronî dike û hem dibiriqîne û hem jî dixe nav tevgerê. Enerjiya germ e, enerjiyek ronahiyê ye. Ev qas bi nirx e.”

Hewldanên pratîkî yên Ocalan ji bo yekîtiyê

Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyetê re mijara yekîtiyê gelek caran dinirxîne û destnîşan dike ku pêwistiya herî mezin ji bo yekîtiya neteweyî aqilek neteweyî ye û diyar dike ku êdî ev aqîlê kolektîf derketiye holê. Ocalan bi vê boneyê dixwaze ku hemû hêzên Kurd û gelê Kurd vê mîsyona dîrokî bi cih bîne. Ji bo vê jî bi riya heyetê gelek peyam û name ji Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talabanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, Kongreya Neteweya Kurd û Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk re şandine. Abdullah Ocalan di hevdîtin û peyaman de li ser yekîtiya neteweyî van nirxandin û pêşniyaran dike: “Feraseta yekîtiya demokratîk a neteweyî, lêgerîna yetîtiyek li ser bingeha pirdengî ku îradeya azad a gel û civakan esas digire ye. Ev yekîtî qalibên netew dewletî yên navendî û yekparêz esas nagire. Rêxistinbûnek civakî a tevlêbûna demokratîk esas digire û ji gel hêz digire ye. Hêza xwe ne ji îktîdarbûnê lê ji civakbûnê digire. Perçebûna Kurdistanê ya çar perçeyî rastiyek dîrokî ye. Divê xwesertiya her perçeyî li ber çavan bê girtin û li gorî wê rêbazên yekîtiyê yên cuda bên dîtin. Yekîtiya di navbera perçeyan de jî divê ne li gorî feraseta îktîdarî li gorî têgihiştina neteweya demokratîk bê avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekitiya demokratîk ku ligel lêgerîna aştiyê û azadiya gelên li Tûrkiye, Îran, Êraq û Sûriyeyê bê destgirtin dê wetedartîr bibe. Yekîtiyek mayînde ne bi zorê, bi îradeya jiyana hevpar û naskîrîna dualî ya li ser bingeha wekheviyê pêkan e. Bi vê boneyê ez pêwistiyê dibînin ku binê karekterê yekîtiyê yê demokratîk bi taybetî xêz bikim. Bêguman rêxistinkirina civakê û siyaseta demokratîk bingeha vê xebatê ye.”

Banga ji bo Mesûd Barzanî: Pêşengiya yekîtiyê bike

Di hevdîtinan de pir zelal xuya dike ku Abdullah Ocalan beşek mezin a mesayiya xwe dide avakirina yekîtiya neteweyî. Bi vê boneyê Ocalan serî li hemû deriyan dide, riyên cuda, formûl û rêbazên cuda û modelên cur bi cur pêşniyar dike. Di hevdîtina meha Hezîrana 2025an de Ocalan li ser yekîtiya neteweyî bi berfirehî disekine û bangek dîrokî dike. Peyamekê bi riya şandeya DEM Partiyê ji Serokê PDKê Mesûd Barzanî re dişîne û vê pêşniyarê dike: “Ji bo parastina destkeftiyan û misogerkirina statûya gelê Kurd li darxistina Kongreya Neteweyî pêwistiyek lezgîn e. Di pêvajoya 2013-2015an de min ji bo vê kedek mezin da lê astengiyên navxweyî û derveyî destûr neda kongre kom bibe. Di pêvajoya piştre de gelê Kurd bandorên neyînî yên pêknehatina kongreyê dîtin. Bi Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk re cardin şert û mercên guncaw çêbûne. Êdî Kongreya Neteweyî pêwistiyek zarûrî ye. Perçebûna gelê Kurd bi xwe re qelsiyên mezin ên civakî tîne. Ji bo helwestek hevpar û stratejiyek neteweyî komkirina Kongreya Neteweyî berpirsyariyek dîrokî ye. Ez li vir banga Kongreya Neteweyî dikim. Birêz Mesûd Barzanî bila berpirsyariya sorekatiya kongreyê bigire ser xwe, alîgirên xwe jî bila ew bi xwe diyar bike û vê pêvajoyê bimeşîne. Ji pratîkên berê gelek tecrûbe hatine girtin. Kongre bila di aliyê dopamî, parastin, ziman, çand û dîrokê de komîteyên pêwist ava bike. Bila hiqûqek Kurdan a neteweyî ya kolektîf derkeve holê. Bila hemû Kurd vê hiqûqê esas bigirin û Kongre jî li dijî hemû êrişên li ser ax, çand, ziman û nasnameya Kurdan helwesta hevpar diyar bike.”

Ji bo YNKê peyameke girîng

Hewildanên Ocalan tenê bi aliyek Kurd re sînordar namînin. Bi awayyek hevdem peyaman dide hemû aliyan û bangan dike. Wekî tê zanîn ji bo Abdullah Ocalan cihê sazûmankarê YNKê Celal Talabanî cuda ye. Ocalan di heman hevdîtin û di hevdîtinên cuda de peyaman ji Serokê YNKê Bafil Talabanî re jî dişîne: “Ez dizanim alîkariyek mezin a Bafil Talabanî ji bo pêvajoyê heye. Têkiliyên me yên ji Mam Celal mayîn gelek girîng in. Di sala 93yan de protokolek me bi Mam Celal re hebû. Divê ev li ser esasê yekîtiya demokratîk bê nûkirin. Bafil Talabanî dikare pêşengiya vê yekê bike û heta mimkûn be dikare li tevahiya gelê Iraqê belav bike. Divê xeta yekîtiya demokratîk bê afirandin. Dikare ji bo pêşketina yekîtiya neteweyî rolek gelek mezin bilîze.”

‘Divê KCK, YNK û PDK ji serdema nû re baş amadekarî bikin’

Di hevdîtina meha Tîrmehê de jî Abdullah Ocalan cardin li ser mijara yekîtiyê disekine û balê dikişîne ser talûkeyan. Bang li hêzên sereke yên Kurd û dîasporayê dike û vê hişyariya dîrokî dike: “Li pêşiya me demek dîrokî û ewqas jî xeternak heye. Ez dê hewildana xwe ku ev 50 sale ji bo yekîtiya neteweyî didomînim berdewam dikim. Divê hemû welatparêzên li derveyî welat jî ji bo yekîtiyê bixebitin. Derfetên hatin gel hev û xebatê hene. Divê bikar bînin. Em niha bi meseleya Rojava re mijûl dibin. Lê ev nîqaş dê bandorê li Îraqê jî bikin. YNK, PDK û KCK divê ji bo dema pêş baş amadekariyê bikin. Ez ji kesî re mezintiyê nakim û serokatiyê ferz nakim. Pêwistiya me bi çareseriyê heye. Çare bi bawerî anîna Amerîka û Îsraîlê pêk nayê. Herkes neçare bê pêvajoya yekîtiya neteweyî.”

Hêjaye em bi bîr bêxin ku li ser pêşniyara Abdullah Ocalan di 26ê Nisana 2025an de li Rojava konferanseke birfireh ya yekîtiya Kurdan pêk hat. Di konferansa bi navê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” de gelek nîqaşên bi nirx hatin kirin û tevahiya sazî û hêzên Kurdan tevlîbûnek xurt nişandan.

Dema mirov lê dinêre Ocalan hem di hevdîtinên bi heyetê re hem jî di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ji xwe re wekî, “derd” û “armancek stratejîk” rave dike. Ji bo pêkhatina vê di nav şert û mercên giran ên tecrîdê de hem aqil diafirîne, mekanizma, formûl û modelan pêşkêş dike û hem jî bi rêya heyetê dîplomasiyek navxweyî dimeşîne.

SIBÊ:
* Çareseriya pirsgirêka Kurd
* Ocalan li têkiliyên Kurd-Tirkan çawa dinêre?
* Têkçûna têkiliyan û hewldanên ji bo sererastkirinê
* Ji darvekirinê heta maseya muzakereyê
* Hewldanên ji bo têkbirina pêvajoyê û mekanîka darbeyê

Etîket: Abdullah OcalanBanga 27ê SibatêBanga Aştî û Civaka DemokratîkKCKKNKMesûd BarzanîPDKSerdar Altanyekitiya KurdanYekitiya Neteweyî ya KurdYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

26 SIBAT 2026
Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

26 SIBAT 2026
‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

26 SIBAT 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

25 SIBAT 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên sanayiya Wanê: Krîz û bacê pişta me şikand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Aktan: Hin beşên dewletê naxwazin pêvajo serbikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Celo: Tirkiye û rayedarên Îraqê li ser êrişan li hev kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (941)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne