• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk li Erziromê civînek li der xist

    Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk li Erziromê civînek li der xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk li Erziromê civînek li der xist

    Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk li Erziromê civînek li der xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bang li gelê Sêrtê kirin: Xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin

Mahmût Altintaş / AW

2 SIBAT 2025 - 08:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Hevserokê DBPê yê Sêrtê Mustafa Dayan û hevserokê DEM Partî yê Sêrtê Eşref Tekîn anîn ziman ku çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm hatinê destpêkirin wê bidomîn û bang li welatiyên Sêrtê kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Şêredariya Sêrtê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi rêjeya ji sedî 49 dengan bi dest xistibû, di 29ê çileyê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk ve qeyûm hat tayînkirin. Piştî tayinkirina qeyûm Hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji peywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya peywîrdar kirin. Bertek û çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm di roja 5an de jî berdewam dike. Hevşeredarên şûna wan qeyûm hatiyê tayinkirin, parlamenterên DEM Partiyê û welatiyên Sêrtê li dijî tayinkirina qeyûm çalakiya meşê li dardixînin û li ber avahiya şeredariyê rûdinên. Çalakiyên li dijî qeyûm bi şev jî berdewam dike.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê Mustafa Dayan û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Eşref Tekîn, tekildarî çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê bi lêv kirin ku çalakiyên wan wê bidomin û bang li gelê Sêrtê kirin ku xwedî li vîna xwe derbikevin.

‘Armanc dikin destkeftiyên gel tune bikin’

Mustafa Dayan anî ziman ku tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê yek jî encama hiqûqa dijminatiyê ya li dijî gelê kurd e û wiha axivî: “Armanca wan ji holêrakirina destkeftiyên me ne. Gelê Kurd îro di Rojhilata Navîn de destkeftiyên xwe zêde dikin. Ji ber wê jî tirsa dewletê zêde dibe û ji bo van destkeftiyan ji holê rakin jî êriş dikin. Ew bi hişmendiya xwe ya rizyayê dixwazin vîna gelê kurd destêser bikin. Me çawa ku duh qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin û tucarî qebûl nakin. Dixwazin em çong daynin. Lê me tu carî li dijî wan çongê daneynîye. Em ê tu carî jî daneynin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê berdewam dike û em ê bersiveke xurt bidin.”

‘Xwedî li destkêftiyên xwe derbikevin’

Mustafa Dayan diyar kir ku çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm wê bidomin û ji bo tevlîbûna çalakiyan ew bang li gelê Sêrtê kir: “Çalakiyên me 5 rojin berdewam dike. Dê ji niha û şûnve jî bidome. Em her roj li kolaneke çalakiyên xwe pêk tînin. Em ê kolan bi kolan çalakiyên xwe bidomînin. Li ber şeredariyê jî em bi dirûşim û govendê çalakiyên xwe didomînin. Bi şev jî li taxan em van çalakiyên xwe didomînin. Em bang li gelê Sêrtê dikin ku xwedî li vîna xwe û destkeftiyên xwe derbikevin. Heke xwedî dernekevin wê rojane êrişî desteftiyên me bikin û wê li her maleke me tecride ferz bikin. Divê gelê me li dijî van êrişan bisekinin û xwedî li şeredariya xwe derbikevin.”

‘Em bi hev re bersivekê bidin hişmendiya qeyûm’

Eşref Tekîn jî balkişand ser kiryarên qeyûman ên salên borî û wiha got: “Ew cara 3emîn e qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê dikin. Ji roja qeyûm tayin kirind heta niha em li kolanê ne û qeyûmê wan nas nakin. Ew çiqas bixwazin vîna gelê kurd bi qeyûman desteser bikin jî dê nekarin bigehejin encamê. 3 carin qeyûm tayin dikin, lê nikarin vîna gelê Sêrtê bişkînin. Gel di hemû hilbijartinan de bersiva sepana qeyûm dide. Bersiva herî mezin a li dijî vê biryara bêhiqûqî jî ew e. Di salên borî de jî me dît dema qeyûm tayin kirin di destpêkê de êrişî saziyên ziman, çand, hunerê û qadên jinan kirin. Bi taybet jî êrişî zimanê kurdî dikin. Ji bo wê em dibêjin tayinkirina qeyûm zilm e û darbeya li dijî vîna gel e. Em dibêjin divê dev ji vê sepanê berdin.”

Eşref Tekîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bi çalakiyan tayinkirina qeyûm şermezar bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê li qadan li berxwe bidin. Ji ber ku em mafdar in. Em dibêjin heke hûn me nasnekin, em jî wê nas nakin. Ji roja qeyûm hatiye tayinkirin heta niha em çalakiyên xwe didomînin. Banga me li gelê Sêrtê jî ew e ku tevlî van çalakiyan bibin û xwedî li vîna xwe derbikevin. Em bi hev re bersiveke mezin bidin vê hişmendiya qeyûm.”

Etîket: Eşref TekînGelê SêrtêMustafa DayanQeyûmŞaredariya Sêrtê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026
Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

4 NÎSAN 2026
Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

12 ADAR 2026
Saruhan Oluç: Rejîma qeyûman wê êdî bi dawî bibe

Saruhan Oluç: Rejîma qeyûman wê êdî bi dawî bibe

14 MIJDAR 2025
Panela li ser qeyûman û rêveberiya demokratîk hat lidarxistin

Panela li ser qeyûman û rêveberiya demokratîk hat lidarxistin

7 ÎLON 2025
Talana qeyûm rê li ber xizmeta şaredariyê girtî ye

Talana qeyûm rê li ber xizmeta şaredariyê girtî ye

27 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (5)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne