OHD û Kovara Derûnnasiyê Psyhology Kurdî panela “Ji hêla derûniyê ve girîngiya zimanê zikmakî” li dar xistin. Di panelê de wiha hat gotin: “Ji îro pê ve tişta dikeve ser milê ji bîr nekirina cangoriyan û bilind kirina têkoşînê ye.”
Li Baroya Îzmîrê ya Eywana Tahir Elçî bi hevkariya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Kovara Derûnnasiyê Psyhology Kurdî panela bi navê “Ji hêla derûniyê ve girîngiya zimanê zikmakî” hat lidarxistin. Panel ku bi moderatoriya Parêzer Semra Akan bi rê ve çû wekî axivêr Derûnnas Siyabend Aslan û Psîkyatrîst Azad Dildar cîh girtin. Gelek welatî tevlî panelê bûn.
‘Tişta dikeve ser milê me bilindkirina têkoşînê ye’
Destpêkê li ser navê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Parêzer Kamuran Akyuz axivî. Kamuran Akyuz diyar kir ku desthilatdaran bi sedan salan e destara asîmilasyonê li ser gelê Kurd gerandine, bi çerxa asîmilasyonê tim xwestine çand, ziman, erdnîgarî û nasnameya wan bihêrînin û got: “Li dijî vê çerxê jî gelê me bi salane têdikoşe. Di vê rêya têkoşînê de zarokên vî gelî bedena xwe kirin mertal. Ji îro pê ve jî tişta dikeve ser milê ji bîr nekirina wan cangoriyan û bilind kirina têkoşînê ye.”
Zimanê û hîsa ewlehiyê
Paşê axiver Siyabend Aslan axivî û destnîşan kir ku têkiliya bi ziman re, ne ji dayîkbûnê dest pê dike û got: “Hê dema em di malzaroka diya xwe de têkiliya me bi zimanê me re dest pê dike. Wî çaxî em wateya peyvan nizanin lê ew deng û melodî bingeha hîsa ewlehiyê ava dike. Derbarê vê yekê de gelek xebatên noropsîkolojîk hene û di wan xebatan de ev rastî tê destnîşan kirin. Dema pitik dengê zimanê dayîka xwe dibihîse xwe ewle û aram hîs dike, lê dema dengê zimaneke biyanî dibihîse xwe wisa ewle û aram hîs nake.”
Siyabend Aslan di berdewamiya axaftina xwe de qala lêkolîneke din a di vî warî de kir û destnîşan kir kesên ku baş bi Almanî û Fransî dizanin bêhtir di wê ferqê de ne, Almanî bi toneke bilind dest pê dike û ber bi toneke nizm ve diçe, Fransî berevajî vê yekê bi toneke nizm dest pê dike û ber bi toneke bilindtir ve diçe û got: “Li gorî vê lêkolîna ku li ser 30 pitikên alman û 30 pitikên fransîyan hatiye kirin. Di wê lêkolînê de hatiye tesbît kirin ku melodiya giriyê van pitikên alman û fransî jî li gorî melodiya zimanê wan yê zikmakî ye. Yanî ev jî bi me dide nişan ku çawa jiyana me hê ji destpêkê û beriya destpêke ji hêla zimanê me vê tê ava kirin.”
‘Pêşvebirina ziman, pêşvebirina xwe û gelê xwe ye’
Herî dawiyê Azad Dildar axivî. Azad Dildar qala serpêhatiyeke xwe kir û da zanîn ku rojekê ew rastî gotareke ku profesoreke tirk nivîsandiye hatiye, li gorî vî profesorî divê zarokên Tirk ên li dîasporayê dijîn bi zimanê tirkî bêne perwerde kirin, eger ev zarok bi tirkî neyên perwerde kirin pirsgirêk û kêşeyen derûnî li wan peyda dibin û got: Dîsa li gorî vî profesöre tirk ev zarokên tirk eger zimanê welatê ku lê dijîn hîn bibin jî nikarin matematîk, felsefe, wêje û hwd. hîn bibin û di warê akademiyê paş dikevin. Her wiha kesayeta van kesan jî dikeve nav xeteriyeke mezin, ji ber ku ew ji civak û malbata xwe jî dûr dikevin û li vê jiyanê dibin biyanî. Ne tenê di vê gotarê de ev gotar tenê mînakek e, tişta ku ji wan re rewa ye gelek caran ji me re sûc e. Gelek caran ji min re tê gotin ku bi tirkî binivîse ku her kes jê îstîfade bike lê ez di wê baweriyê de me ku pêşvebirina zimanê xwe hem ji bo xwe û hem ji bo gelê xwe ez bawer dikim ku hewldana herî kêrhatî ye.”
Panel bi pirsên beşdar û bersivên axivêran bi dawî bû.














