Di çarçoveya doza Gulistan Doku ya ku 6 sal berê hat windakirin, Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û serbijîşkê nexweşxaneyê Çagdaş Ozdemîr hatin binçavkirin.
Xwendekara pola 2yemîn a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ku di 5ê çileya 2020an de hat windakirin di ser de 6 sal derbas bû. Têkildarî lêpirsînê de pêşketinên nû tên jiyîn. Waliyê wê demê Tuncay Sonel hat binçavkirin. Tuncay Sonel li Xarpetê hat binçavkirin. Nehat zanîn ku dê Tuncay Sonel bibin ku derê.
Her wiha serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr bi hinceta qeydên nexweşxaneyê jêbiriye hat binçavkirin. Hat zanîn ku serbijîşk bi sûcê “delîlan tunekiriye” hatiye binçavkirin.
Dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku ku li ber edliyê agahiyê girt got, “Şikir hat girtin.”
Xwişka wê Aygul Doku jî diyar kir ku ew baweriya xwe bi pergala edaletê tîne û domand, “Îro bi awayek topyekûn bûye Gulîstan Doku. Tuncay Sonel û çeteyên wî hatin girtin. Em bawer dikin ku bê girtin.” Jinên ku bi malbatê re di nobetê de ne bi çepikan û dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.












