Di 19ê adarê de serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hate binçavkirin û piştî çar rojan ew girtin. Ev rewş ya rastî ne nû ye. Lewre heta niha li dijî hevşaredar û şaredarên Kurdan û her wiha li dijî partî, sazî û dezgehên Kurdan deh sal in ev polîtîka berdewam dikin.
Di nava van deh salan de her ku gelê Kurd şaredariyên xwe bi dest xistin qeyûmên dagirker diavêtin ser vîna Kurdan. Ev polîtîkaya dewleta tirk hîna jî berdewam dike. Heri dawî di 15ê sibatê de destdirêjiya Bajarê Mezin a Wanê kiribûn û qeyûmê dagirker avêtibûn ser vîna gelê Wan ê.
Helbet ev polîtîkayên têkbirin, dagirkirin û tasfiyekirinê ya li dijî gelê Kurd bi destê CHPê jî hatibûn qebûlkirin. Bi dehan hevşareder, parlementer, endam û rêvebirê Kurdan hatin girtin lê CHP bê deng, ker û kor bû. Ew CHPya ku heta îro temaşeyî evqas dagirkeriyê kir, îro heman tiştî ew bixwe dijî. Heta îro her gelê Kurd bi êrîş û tundiya dewletê re rû bi rû man û CHP dîsa bêdeng bû. Îro heman tiştî ew bixwe dijîn. Jixwe di demê xwe de hatibû gotin: Tu bêdeng bisekine wê dora te jî were!
Li Tirkiyeyê ne exlaq ne jî hiqûq ma ye. Heta îro ji bo ku hemû polîtîkayên xwe yên dagirkerî û tasfiyekirinê rewa bikin hiqûq bi kar anîn. Ji sala 1923’an ve polîtîkayên têkbirinê ya li dijî Kurdan bi hiqûqa dewletê rewa kirin. Kurd û berxwedêrên Kurd wekî şakî, eşkiya û terorîst dihatin binavkirin. Di sala 1926’an de ji bo ku têkoşîna Kurdan têk bibin, dadgehên Îstîklalê ava kirin û bi sedan Kurd li vir darizandin û darve kirin. Li dijî van polîtîkayên tasfiyekirinê gelê Kurd sed sal in û nemaze di şexsê PKK’ê de li ber xwe didin.
Hemû polîtîkayên tasfiyekirinê yên li dijî gelê Kurd CHP’ê ava kiribû. Bi polîtîkayên faşîzma sipî CHP heta sala 1961’an gelê Kurd di komkijiya çandî re derbas kiribû. Ji sala 1961’an heta sala 1982’an bi destê MHP’ê faşîzma reş hatibû avakirin û tundiya li dijî Kurdan girantir bibû. Ji sala 1982’an heta îro jî bi polîtîkayên îslama sîyasî ango faşîzma kesk bi her awayî û bi hemû derfetên xwe polîtîkayên tasfiyekirina Kurdan 45 sal in bi dijwartir berdewam dikin.
Di sed sala derbas bûyî de gelê Ermenî, Rûm û Suryanî ji ber polîtîkayên komkujiya civakî û çandî bi tunebûnê re rû bi rû man. Li dijî van polîtîkayên komkujiyê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd heta roja me ya îro bi biryardariyeke mezin têdikoşe. Bi hemû tundî û êrîşan re gelê Kurd rû bi rû man. Sed sal berê CHP’ya ku ev polîtîka dabûn destpê kirin îro heke ne derew be ew bixwe bi van polîtîkayan re rû bi rû dimînin.
Bi girtina Îmamoglû re atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê gihîşt qonaxek din. Di pêşiya CHP’ê de tenê du rê hene. Yan têkoşîn an jî teslîm bûyîn. Pêwîst e CHP ji paşeroja xwe ezmûn derbixîne. Heke CHP bi dewlet û partiyên din ên faşîst re li dijî gelê Kurd tu lihevkirinên qirêj neke wê gelê Kurd pişt wan bisekine û wê destekê bide wan. Lê heke bi hişmendiya kesên wekî Mansûr Yavaş ên faşîst û partiyê din ên faşîst re tevbigere wê dawiya xwe bîne.
Gelê Kurd û DEM Partî ji her demê zêdetir xurttir e. Gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî alternatîf in. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo her deverê cihanê gelê Kurd xwedê perspektîf û proje ne. Ji ber wê jî Rêber Ocalan “An çareseriya min an jî çareseriya DYA’yê” gotibû. Heke CHP dirûst û rast tevbigere wê vê tevli banga Rêber Ocalan bibe û wê derî li Komara Demokratîk bê vekirin.