Komeleya Navenda Çanda Anatolyayê di çerçoveya bernameya 15ê Gulanê Cejna Zimana Kurdî de belgefîlma “Her malek dibistanek” hat pêşandan.
Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatolyayê, têkildarî rêzê bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê belgefîlma “Her malek dibistanek” ku ji aliyê derhêner Ardîn Dîren ve hatibû kişandin hat pêşandan. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Piştî pêşandana belgefîlmê bi derhenêr Ardîn Dîren re gotûbêj hat lidarxistin. Derhenêr Omer Leventoglu jî moderatoriya gotûbêjê kir.
Belgefîlma “Her malek dibistanek” qala girtina dibistana Ferzad Kemanger dike. Dibistana Ferzad Kemanger ku di 15ê îlona 2014an de hatibû avakirin di 9ê cotmeha 2016an de bi KHKê re hatibû girtin. Dibistan, navê xwe ji mamoste Ferzad Kemanger ku li Rojhilatê Kurdistanê perwerdehiya Kurdî dida zarokan û ji aliyê rêjîma Îranê vê hat darvekirin digire. Di belgefîlmê de beşek ji jiyan û helbetên Ferzad Kemanger re hatiye vwqetandin. Belgefîlm li ser hevpeyvîna zarokên li dibistana Ferzad Kemanger dixwendin û malbatên wan re ye. Zarok di hevpeyvînê de qala xweşbûna dibistana Ferzad Kemanger dikin û bertek nîşanî girtina dibistanê didin. Piştî dibistana Ferzad Kemanger hat girtin xebatên perwerdehiyê ji aliyê mamosteyan ve li malên zarokan hat dayîn. Belgefîlm jî vê mijarê digire dest.
Piştî temaşekirina belgefîlmê bername bi gotûbêja bi derhenêr Ardîn Dîren re bi dawî bû. Di gotûbêjê de Ardîn Dîren pirsên beşdaran ên derbarê belgefilmê de bersivand.





















