Meclisa Jinan a DEM Partiyê salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got jiyana li Kobanê hat avakirin îlhamê dide hemû jinên cîhanê.
Meclisa Jinan DEM Partiyê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞê daxuyaniyek belav kir. Meclisa Jinan dibêje ku jiyana li Kobanê hat sazûmankirin, îlhamê dide hemû jinên cîhanê.
Daxuyaniya Meclisa Jinan a bi sernavê “Jiyana ku li Kobaniyê hat avakirin îlham da hemû jinan” bi vî rengî ye:
“Çeteyên DAIŞê ku di Sedsala 21ê de bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî xwestin Rojhilata Navîn veguherînin tarîtiyê, beriya 10 salan îro bi berxwedana destanî ya jinan ji axa Kobaniyê hatin tunekirin. Ev berxwedana mezin a bi pêşengiya jinên Kobanî, weke berxwedan û şoreşa jinê ya li ser navê nirxên mirovatiyê derbasî dîrokê bû, Kobanî rizgar kir û bû alîkar ku gel rûmet û nasnameya xwe biparêze.
Berxwedana destanî û serketina bidestxistî îspata wê yekê ye ku jin û gel tu carî dest ji azadiyê bernadin. Kobanî, sembola berxwedan û azadiyê ye, bajarê jinan e. Yên ku îro careke din bi alîkariya çeteyên kirêt Kobanî dikin hedef, divê baş bizanibin ku; tu hêz dê nikaribe li hemberî têkoşîna gelan û jinan bisekine ku ji bo azadî û wekheviyê didin. Jiyana nû ya ku li Kobanî hat hûnandin, dê îlhamê bide jinên hemû cîhanê.
Silav li jinên ku di tariyê de bûn ronahî ne û rê nîşanî me dan. Silav li kesên ku civak di bin siya şer de ava kirin. Silav li Şoreşa Jinan a Kobaniyê.”