• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN

    AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê: Bila banga dîrokî bibe destpêkek

Stenbol / AW

1 ADAR 2025 - 14:25
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1040emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê winda pirsî û diyar kirin ku ew dixwazin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bibe destpêka rêya aştiyê.

Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin kuştin, bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1040emîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qerenfîlên di destên xwe de û wêneyên windayan dagirtin. Gelek parêzvanên mafên mirovan, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Cengîz Çîçek beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Oya Ersoy ve hat xwendin.

Bila banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bibe destpêk

Oya Ersoy da zanîn ku hemû pirsgirêkên bi darê zorê, bi taybetî jî windakirinên bi darê zorê ji ber girtina rêyên hiqûqî yên demokratîk pêk tên, di şert û mercên aştiyê de ku qada siyaseta demokratîk berfireh dibe ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin û got: “Em hêvîdar in ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve bi raya giştî re hat parvekirin, bibe destpêkek. Em di hefteya 1040emîn de bang li dewletê dikin ku ji bo dîtina hezkiriyên me yên ku di encama polîtîkaya ku kesên ne wek wan bûne wekî dijmin dîtin û sûcên ku hatine kirin bên cezakirin, berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Oya Ersoy piştre jî axaftina xwe bi serpêhatiya Cuneyt Aydinlar ê ku dema li Zanîngeha Stenolê dixwend di 20ê Sibata 1994an de li Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin qereqola polîsan a Gayrettepeyê ku careke din agahî jê nehat girtin berdewam kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di hefteya xwe ya 1040emîn de careke din bang li rayedarên edlî dikin: Wezîfeya lêkolînkirina aqûbeta Cuneyt Aydinlar, tespîtkirina cihê wî û dayîna cenazeyê wî ji malbatê re bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî; em ê ji bo Cuneyt Aydinlar û ji bo hemû windahiyên xwe daxwaza xwe ya edaletê bidomînin û bi bîr xin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

‘Ev windahiyek binçavkirina di qeydên dewletê de ye’

Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn axivî û got: “Cuneyt Aydinlar windakirina qeydkirî ya vê dewletê ye û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

Etîket: Banga Aştiyê û Civaka DemokratîkDayikên Şemiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

28 ADAR 2026
31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

15 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

7 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (719)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne