• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Alaşehîrê 21ê Sibatê bi şevbêrka dengbêjan hate pîrozkirin

    Li Alaşehîrê 21ê Sibatê bi şevbêrka dengbêjan hate pîrozkirin

    Li Êlihê roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

    Li Êlihê roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Alaşehîrê 21ê Sibatê bi şevbêrka dengbêjan hate pîrozkirin

    Li Alaşehîrê 21ê Sibatê bi şevbêrka dengbêjan hate pîrozkirin

    Li Êlihê roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

    Li Êlihê roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dr. Yerlîkaya: Em ji penceşêrê netirsin, em ji derengbûnê bitirsin

Bîlal Guldem - Omer Demîr / AW

9 GULAN 2025 - 08:11
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Amed – Serokê Komeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojê onkolog Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku komeleya wan li dijî penceşêrê hatiye vekirin û bal kişand ser têkoşîna li dijî penceşêrê û got: “Em ji penceşêrê netirsin, em ji derengbûnê bitirsin. Divê em ji xwe haydar bin.”

Li Amedê komek bijîşk û hevalên xwe Komeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojê (Gün Işığ Kanser Derneği) vekirin. Serokê Komeleyê onkolog Dr. Halîs Yerlîkaya ye. Komele di meha Kanûna 2024an de hatiye vekirin. Serokê Komeleyê onkolog Dr. Halîs Yerlîkaya ye û di rêveberiya wê de bijîşk, psîkolog, parêzer û xebatkarên tenduristiyê cih digirin. Komeleyê li Amedê semînerek li ser penceşêrê, xweparastina ji penceşêrê û têkoşîna li dijî wê li dar xist. Komeleyê li Amedê semînerek li ser penceşêrê, xweparastina ji penceşêrê û têkoşîna li dijî wê li dar xist.

Her ku diçe li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê nexweşiya penceşêrê berbelav dibe û dibe sedema mirinê. Daneyên mirina ji ber penceşêrê û kesên bi penceşêrê dikevin gelek zêde ye.

Serokê Komeleya Penceşêrê pisporê onkolojiyê Dr. Halîs Yerlîkaya têkildarî avakirina komeleyê û nexweşiya penceşêrê ji Ajansa Welat re axivî.

Komele li dijî têkoşîna penceşêrê hatiye vekirin

Halîs Yerlîkaya diyar kir ku komeleya wan pirr nû ye û lê belê xeyalên wan pirr mezin in. Yerlîkaya destnîşan kir ku penceşêr li welêt û cîhanê dibe sedema mirinê û wiha got: “Her ku diçe hejmera mirinên ji ber penceşêrê zêdetir dibe. Li vir xaleke girîng heye, ew jî tespîtkirina nexweşiyê ye. Divê civak jî di vî warî de haydar be. Çîqas zû nexweşî were tespîtkirin tedawiya wê jî ewqasî hêsanî dibe. Dema ku nexweş hat merhaleya çaremîn, nexweşî belavî tevahî laş dibe û pêvajoyêk zehmet derdikeve pêşiya me. Em dixwazin bi rêya komeleya xwe gelê xwe li dijî vê nexweşiyê haydar bikin û dixwazin gelê me baldar tevbigere. Em dixwazin nexweş zû werin kontrola nexweşiyê da ku zû were tespîtkirin. Di hêla psîolojîk de û di hêla mirovên ku nikarin bigihîjin tedawiyê û her wiha di warê hiqûqî de em piştgirî didin nexweşan û malbatên wan. Sedemek avakirina komeleya me jî ev e. Di nav me de xebatkarên tenduristiyê, parêzer, psîkolog jî hene. Em hewl didin ku li bajarên herêmê jî şûbeyên xwe vekin û belav bibin. Me komeleyê nû vekiriye, demek dirêj li pêşiya me heye. Helbet em dixwazin komeleya me li hemû welat belav bibe.”

Sedemên nexweşiya penceşêrê

Halîs Yerlîkaya anî ziman ku her sala ku diçe nexweşiya penceşêrê zêde dibe, ev jî cihê mixabiniyê ye û sedemê zêdebûna nexweşiyê wiha vegot. “Çima nexweşî zêde dibe? Ji ber ku ev herêm, herêmekî şer e, heke li herêmekî şer alozî hebe, derûniya mirovan baş nabe, paqijî tune ye, mirov nikarin debara xwe bikin, xwarin û vexwarin baş nîn e, wê çaxê jî li wê herêmê jî penceşêr jî zêde dibe. Li herêma me bi piranî dema nexweş digihîjin merhaleya çaremîn tên nexweşxaneyan û nexweşiya wan tespît dibe. Sedema vê jî xizanî, nezanî, bindestî ye, her wiha nebûna tedawiyê ya bi zimanê zikmakî ye. Ev hemû sedem in. Li herêma me pirr kes dimirin.”

‘Her sal hejmar zêdetir dibe’

Dr. Halîs Yerlîkaya bal kişand ser daneyên salane ku çend bi nexweşiya penceşêrê dikevin û axaftina xwe wiha domand: “Li tevahiya Tirkiyeyê her sal nêzî 240 hezar kes, bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Di nava jinan de herî zêde penceşêra pêsîrê berbelav e. Di zilaman de jî cureya penceşêra prostat, piş û rûviyan berbelav e. Her ku diçe zêde dibe. Tiştên ku dibin sedem; xala yekemîn cixare ye, xala duyemîn xwarin û vexwarina ne baş e, xala sêyemîn obezîte ye, ya çaremîn bêhereketî ye, pencemîn jî stres e, şeşemîn jî şerê li herêma me ye. Şer jî bandora xwe li vê nexweşiyê dike. Her wiha gelek sedemên din jî hene. Nexweşiya penceşêrê bêtir di nav welatiyên temenê wan mezin de zêde ye. Her ku diçe di nav kesên temen dirêj de hejmara nexweşiyê zêde dibe. Lê li vir sloganek me heye; ‘Em ji penceşêrê netirsin, em ji derengbûnê bitirsin’. Eger em dereng herin nexweşxaneyê divê em bitirsin lê em zû herin nexweşxaneyê û nexweşî were testpîtkirin hêsantir e.”

Merhaleyên penceşêrê

Halîs Yerlîkaya bal kişand ser têkoşîna li dijî merhaleyên penceşêrê û wiha got: “Penceşêr di asta yekemîn û duyemîn de be, bi rêya emeliyatê tedawî dibe û hêsantir e. Asta sêyemîn jî tedawiya wê heye. Em bijîşk ji asta yekê, dido, sisêyan natirsin tedawiya wê heye. Lê dema ku di asta çaremîn de nexweş hat, em ditirsin, di wê astê de jî tedawî heye. Tedawiyên nû derketine hene, bandora wan gelek zêde ye. Lê em pêşniyar jî bikin, SGK heqê tedawiyê nade, nexweş û an jî malbat neçare ku ji berîka xwe heqê wê tedawî, dermanan bidin. Komeleya me div î warî de jî ji bo vê têdikoşe û dixwaze bibe alîkar. Divê her kes dikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî û bê pere tedawî bibe.”

‘Her tiştê bi Kurmancî baş e lê dermanên bi Kurmancî ne baş e’

Dr. Halîs Yerlîkaya dibêje, “Her tiştê bi Kurmancî baş e lê tedawiya dermanên bi Kurmancî ne baş e” û sedemê vê tekê wiha tîne ziman: “Çima dermanên Kurdî ne baş in? Ji ber ku di nava wan dermanan de çi heye, em nizanin. Ew giya li ku şîn û mezin dibin. Divê em bizanibin ku ew derman di nav xwînê de wê çawa belav bibin. Têdawiyên dermanê Kurdî, yê giyayî em dibînin ku gelek caran ji başbûnê zêdetir ne başbûnê derdixe holê. Gurcikan ziwa dike. Divê xelkê me li bijîşkên di vî warî de pispor in guhdar bikin. Divê ji tedawiyên bihistî dûr bisekinin.”

‘Hejmara kesên ciwan jî zêde dibe’

Halîs Yerlîkaya da zanîn ku her ku diçe nexweşiya penceşêrê di nav kesên temenê wan ciwan de jî zêde dibe û got: “Nexweşiya wekî penceşêra rûviya di nav civakê de gelek tê dîtin, berê me tespîta ji bo vê nexweşiyê ji 50 salî jordatir pêşniyar dikir, lê me niha temen daxistiye 45an. Ji ber ku êdî nexweşî di nav kesên temenê wan biçûk de jî tê dîtin. Berê tespîtkirin zehmet bû, derfet tune bûn lê niha tespîtkirin hêsan e.”

Pêşniyazên têkoşîna li dijî penceşêrê

Halîs Yerlîkaya di dawiya axaftina xwe de ev pêşniyaz û nesîhetên têkoşîna li dijî nexweşiya penceşêrê kir: “Ji bo jinan; kesên piştî 40 salî divê ji bo zû were tespîtkirin werin kontrolê û fîlmê mamografi bikişînin, zilam jî yê cixarê pirr dikişînin tomografiyê bikişînin. Emrê kesekî ji 45 salî derbas bûbe, çi nexweşî tune bê jî divê tedawiya kolonoskopî bike. Lê belê ji bilî wan jî em dikarin pêşiya penceşêrê bigirin. Em ê çawa bigirin? Di serî de divê em dev ji cixarê berdin, tiştên ku tutin di nav de hebe, em qet nekişînin. Em ji xwarin û vexwarina xwe baldar bin. Divê em qelew nebin. Divê em bi rê ve herin werin yanî bimeşin. Xewa xwe baş bikin, divê 7 saet em dikaribin razên. Lazim e em bêmane li jiyanê nenêrin, em bi mane lê binêrin û bijîn. Em welatê xwe û jiyana xwe bixin nav aramiyê û bijîn. Ev jî dibe em ji stresê dûr bikevin. Kontrola ji bo penceşêrê jiyanê diparêze. Divê em ji penceşêrê ne tirsin em ji derengbûnê bitirsin.”

Etîket: Halîs YerlîkayaKomeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojêpençeşêrtedawî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hate kirin

Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hate kirin

25 ÇILE 2026
Fabrîqeyên mirinê

Fabrîqeyên mirinê

25 KANÛN 2025
Encamê testê gonîya Huseyîn Aykolî pak nêvejîya

Bijîjkên rojnameger Aykol dê dest bi tedawiyeke din bikin

8 KANÛN 2025
Rewşe xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

Rewşe xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

8 MIJDAR 2025
Bi panelê bal kişandin ser tedawiya nexweşiya penceşêrê

Bi panelê bal kişandin ser tedawiya nexweşiya penceşêrê

7 MIJDAR 2025
Jinên li gundan derheqê nexweşiya penceşêrê de tên agahdarkirin

Jinên li gundan derheqê nexweşiya penceşêrê de tên agahdarkirin

17 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (791)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne