• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em tu carî Serdar û Ebûbekîr nadin jibîrkirin’

25 ÇILE 2025 - 14:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Şirnexê, Serokê HADEPê yê navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê HADEPê Ebûbekîr Denîz ku 24 sal berê hatibûn windakirin bi bîr anîn.

Serokê HADEPê yê navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê HADEPê Ebubekîr Denîz 24 sal berê hatibûn binçavkirin û windakirin. Endam û rêveberên DEM Partî û DBPê di salvegera 24emîn a windakirina wan de, li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî dan. Malbatên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz û nivîsa “Ew ji sala 2001an û vir ve winda ne” dinivisî bû hilgirtin. Girseyê dîsa wêneyên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz jî hilgirtin. Hevserokê DEM Partî yê Silopiyayê Îdban Kaplan daxuyanî xwend û bi bîrxist ku Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz piştî ku çûnê qeraqolê li qereqolê winda bûn û tu agahî ji wan nehatiyê standın. Îdban Kaplan, da zanîn ku ji roja ku hevalên wan hatinê windakirin vir ve weke partî û malbatên wan têkoşîna xwe ya pêkhatina edaletê didomînin û wiha got: “Di şaxsê wan de heta ku kujerên bi deh hezaran kesan hatinê windakirin hesap bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Çavê me li derî ye’

Piştî daxuyaniyê keça Ebûbekîr Denîz Ceylan Denîz axivî û anî ziman ku 24 sal in aqubeta bavê wê nehatiyê ronîkirin û got: “Çavê me hîna jî li derî ye. Heta temenê min hinek mezin bû min nedizanî bavê min hatiyê windakirin. Piştrê ez hîn bûm. Ez hîna biçûk bûm em çûn Kerboranê. Lê wê deme hestiyên me jî nedan. Her sal em hestiyên xwe dixwazin. 24 sal in tu bersiv nedan me. Em li kesên tiliya wan di windakirinê de heye gilî dikin. Em ê heta dawiyê li pêy şopê bin.”

‘Emê heta encamê têbikoşin’

Piştrê bavê Serdar Taniş Şuyaîp Taniş axivî û bi lêvkir ku tevî 24 sal derbasbûne jî faîl nehatine cezakirin û wiha axivî: “24 salin me tu encam negirt. Em dixwazin faîlen hemû kesên hatinê windakirin bên cezakirin û cenazeyên wan radest bikin. Tu sûcê Serdar û Ebûbekîr tune bû. Em dixwazin hemû kesen bi wicdan li ser vê dozê bisekinin. Faîlen me, ne veşartine ne. Aşkera ne. Faîle me fermandarê cendirmeyan Levent Ersoz e. Çend caran gef li me xwaribû. Ji ber wê em dixwazin ben cezakirin. Heta bên cezakirin û cenazeyên me bidin emê doz û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Em tu carî wan ji bir nakin’

Di dawiyê de parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û diyar kir ku ji bo aştiyek bi rûmet pêk bê divê faîlên hemû kesên hatinê windakirin bên cezakirin û got: “Her du hevalên me ji ber fikir û ramanên xwe hatin windakirin. Em dizanin ew pergala netew dewlet ji bilî tirkbûne tu netewan nasn ake û tune dihesibîne. Bi hezaran kurd hatin windakirin. Bi komkujiyan re rû bi rû man. Ew pergal li ser qirkirinê hatiyê rûnistandin. Em jî dibêjin faîlen wan diyar in. Faîl rayedarên dewletê yên Sirnexê bi xwe bûn. Heta ku faîl hesap nedin em dev jî têkoşîna xwe bernadin. Niha qala aştiyê dikin. Ew hamle ji aliye Birêz Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin. Ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin û aştî pek bê divê komisyona heqîqetê bê avakirin û faîl bên cezakirin. Em tu car wan ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin.”

Etîket: DBPDEM PartîEbûbekîr DenîzSerdar TanişSilopîŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

21 HEZÎRAN 2026
Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

21 HEZÎRAN 2026
Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

19 HEZÎRAN 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026
‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

18 HEZÎRAN 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (591)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne