Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan, encamnameya konferansa ku du roj berdewam kir eşkere kir. Civatê 10 biryarên ku bi mijarên weke perwerde, aborî û dîplomasî vedihewîne da.
Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan, Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan ku di 6-7ê Hezîrana 2026an de li Amedê bi beşdariya 268 delegeyan, bi dirûşma ‘Em bi vîna jinan komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin’ eşkere kir.
Di encamnameyê de wiha hat gotin:
“Konferansa me diyarî du rêhevalên me yên têkoşînê ku di vê sala borî de jiyana xwe ji dest dan, hevşaredara dema borî ya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û endama meclîsa şaredariya Nisêbînê Mizgîn Denîz ve hat kirin.
Di Konferansa Jinan a rêveberiyên xwecihî ku du rojan berdewam kir de, qeyranên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk ên li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê di çarçoveya paradîgmaya rizgariya jin de hatin nîqaşkirin; di rêveberiyên xwecihî de rola jin a di warê têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û beşdariyek demokratîk de bi perspektîfek berfireh a avakirina civaka demokratîk û birêxistinkirina cewherî hat nirxandin.
Konferansa me destnîşan kir ku paradîgmaya rizgariya jinan ne tenê rêbazeke ku têkoşîna maf û azadiyên jinan rêber dike ye, di heman demê de ji bo avakirina civakek demokratîk jî perspektîfeke bingehîn pêşkêş dike. Dîsa hat destnîşankirin ku di serî de di rêveberiyên xwecihî û hemû jiyana civakî de bicihkirina vê paradîgmaya ku kirdebûyîn, rêxistinkirina cewherî û îradebûyîna jinan esas digire, di avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan de jî xwedî girîngiyek jiyanî ye.
Di vê çarçoveyê de, tecrûbeyên modela hevserokatiyê ku rêgezên temsîlîyeta wekhev û jiyana hevbeş a rêveberiyek demokratîk esas digire, hat nîqaşkirin; hat diyarkirin ku li dijî hişmendiya rêveberiyek mêrserdest/ mêrane temsîliyeta jinan a rêxistinkirî ya di mekanîzmayên biryardan û rêveberiyê de, roleke diyarker di xurtkirina modelek rêveberiya demokratîk, piralî û azadîxwaziya jinan de dilîze. Careke din hat destnîşankirin ku pergala hevserokatiyê ji bo jinan garantiya sazîbûyînê ya mafê temsîlîyeta wekhev û kirdebûyîna di rêveberiyê de ye.
Di konferansa me de bi awayekî berfireh rola jinan a pêşeng û bingehîn a di veguherîna civakî, avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde de jî hat destgirtin. Bandora têkoşîna rêxistinkirî ya jinan ku li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jin pêş ketiye, di avakirina nasnameya jina azad ku nirxên hevgirtin, yên wekhevî û jiyana kolektîf pêş dixe, hate nirxandin; û girîngiya rêxistina cewherî ya di hemû qadên jiyanê de, kirdebûyîna veguherîner a di siyaseta demokratîk û pêvajoyên aştiyê de û beşdariya wekhev a di mekanîzmayên biryardanê de hat teqezkirin.
Her wiha delegasyonê di çarçoveya perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelan Rêzdar Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, rol û îdîaya pêşengtiya jinan bi berfirehî nirxand.
Dîsa rola jinan a dîrokî ya di pêvajoyên bidawîkirina pevçûnan, pêşxistina çareseriyên demokratîk û avakirina aşîtiya civakî de û hat gotin ku aştiyeke demokratîk û mayînde tenê bi beşdariya wekhev, azad û rêxistinkirî ya jinan mimkun e.
Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku çawa modelên rêveberiyê yên dewletparêz, otorîter, navendîparêz û mêrserdest di dîrokê de cihêrengiya civakî, rizgariya jinan û beşdariya demokratîk tepeser kirine û pêwîstiya bi pêşxistina modelên rêveberiyê yên demokratîk, piralî û xwedî hêza herêmî ku tê de gel, bawerî, çand û nasnameyên civakî yên cihêreng dikarin bi awayekî wekhev û azad bijîn, heye.
Konferansa me destnîşan kiriye ku di şert û mercên îroyîn de ku zîhniyeta mêrserdest û bîrdoziyên zayendperest di her aliyê jiyanê de têne hilberandin û hemû polîtîkayên şerê taybet ên ku di encama vê hişmendiya tarî de pêş ketine xurtkirina mekanîzmayên civakî, çandî, siyasî û rêxistinî yên li ser bingeha rizgariya jinê pêwîstiyek bingehîn in.
Hate diyarkirin ku berfirehkirina hewildanên ji bo jin bi rêya rêxistina cewherî di hemû qadên jiyanê de bibin xwedî gotin, hêza biryardanê û îrad e, beşek girîng a avakirina civakek demokratîk e.
Tundiya li dijî jinan, cudakarî, kedxwarî, dûrxistin û polîtîkayên qirkirina jinan rojevên sereke yên konferansa me bûn. Hate teqezkirin ku divê têkoşîna rêxistinkirî li dijî polîtîkayên ku serdestiya pergala serdest a mêrane li ser beden û keda jinan kûrtir dikin were zêdekirin û pêwîstiya xurtkirina polîtîkayên rizgariya jinan ên ku mafê jiyan, azadî û hebûna civakî ya jinan misoger dikin, hat destnîşankirin.
Dîsa hat diyarkirin ku divê li hemberî krîzên ekolojîk yên kûrkirî, têgihîştineke eko-aborî ya di çarçoveya paradîgmaya demokratîk-ekolojîk ku jiyaneke bi xwezayê re di nava hevsengiyê de esas digire were pêşxistin. Carek din hat teqezkirin ku divê modelên aborî yên ku keda jinan dide xuyakirin, li ser nirxên komunal ava dibin, pêdiviyên civakî di navendê de dihewînin û li dijî qirkirina xwezayê ne, beşek bingehîn a polîtîkayên rêveberiyên xwecihî bin.
Konferansa me ji nû ve piştrast kir ku rêgezên rizgariya jinan, siyaseta demokratîk, temsîliyeta wekhev, aştiya civakî û jiyana ekolojîk; stûnên bingehîn ên perspektîfa civaka demokratîk ku hevdu temam dikin in. Di vî warî de, di serî de di rêveberiyên xwecihî û hemû qadên jiyanê de sazûmankirina paradîgmaya rizgariya jinan, xurtkirina rêxistinbûna cewherî ya jinan û biryardariya berfirehkirina têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk wek îradeyek hevpar hatiye îfadekirin.
Di vê çerçoveyê de,
Konferansa me, piştî nîqaş, nirxandinê û pêşniyarên ku du roja hatin kirin de gihişt van biryaran:
Derbarê perwerdeyê de
Biryar hat dayîn ku; Li gorî pêdiviyên civakî di rêveberiyên xwecihî de, ji perspektîfa rizgariya jinan û ji perspektîfa Jineolojiyê bernameyên perwerdehiyê ji bo jinan, hilbijartiyan û xebatkaran werin pêşxistin; kampanyayên hişyariyê li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, malbata demokratîk, veguherîna civakî, hevjiyana azad, rizgarîkirina zayendiya civakî û parastina cewherî werin belavkirin; perwerde û atolyeyên veguherîna zîhniyeta serdest a mêran werin pêşxistin; aboriya jinan, aboriya komunal û perwerdehiya pîşeyî were xurtkirin; li dijî bîrdoziya saxlemtiyê, bernameyên perwerdehiyê yên ku dê veguherînê bînin, organîze bikin û perwerde û atolyeyan li dar bixin ku girîngiyê bidin hevdîtin, hevgirtin û rêxistinkirinê bi jinên astengdar re; çalakiyên veguherîna civakî bên lidarxistin; li ser ziman, çand, huner û hişmendiya civakî bernameyên perwerdehiyê bên belavkirin; û di hemû qadên xebatê yên rêveberiyên xwecihî de çalakiyên avakirina kapasîteyê yên beşdariya wekhev û bibandor a jinan xurt bikin, biryar hat girtin.
Derbarê ziman û çandê de
Biryar hatiye dayîn ku; Di rêveberiyên xwecihî de ji bo sazkirina mekanîzmayên saziyî yên ku xebatên zimanî û çandî li ser bingeha wan bên birêxistinkirin; bikaranîna zimanên herêmî di jiyana giştî de were parastin, pêşxistin û teşwîqkirin; pratîkên şaredariyê yên pirzimanî werin xurtkirin; mîrata çandî, xebatên dîroka devkî û bîra civakî ji nifşên pêşerojê re were parastin û veguheztin; zanîn, ezmûn û hilberîna jinan di van waran de were xuyakirin û piştgirîkirin; beşdariya hemû beşên civakê, bi taybetî zarok, ciwan û jinan, di çalakiyên ziman, çand, huner û wêjeyê de were zêdekirin; ji bo zarokên keç û jinan bingeha xwegihandina çalakî û perwerdehiya hunerî bê avakirin; û ji bo ku di rêveberiyên xwecihî de lêkolînên pêwîst werin pêşxistin, bi hevkariya sazî û rêxistinên têkildar re lêkolîn, perwerde, weşan, arşîvkirin û çalakiyên çandî bên kirin.
Ji nû ve avakirina bajaran/ber bi bajarên jinan ve
Biryar hat dayîn ku; Bi armanca pêşxistina nêzîkatiyek rêveberiyên xwecihî ku mafê jinan ê bajarî dide pêş, plana çalakiyên bajarên jinan werin amadekirin û di pêvajoyên plansazî, budçekirin û di xizmetên şaredariyan de werin entegrekirin; polîtîkayên ku li ser hewcedariyên jinan disekinin, wek veguhestina bi ewle, xanî, xizmetên lênêrînê, xizmetên bi zimanê dayikê, piştgiriya civakî û têkoşîna li dijî tundiyê, xurt bikin; hevgirtina jinan û qadên jiyana azad berfireh bikin; Rêxistinên jinan ên alternatîf divê li ser bingeha nêzîkatiyek komunal qadên nû biafirînin da ku li dijî avahiya bajaran a ku ji hêla hişmediya mêran bisekinin. Ev ne tenê di bajarên ku wekî “bajarên jinan” hatine îlankirin de divê di hemû qadên rêveberiya me de, divê komun bi rêxistinên aborî ve neyê sînordarkirin; divê hemû aliyên jiyanê de, werzîş, tenduristî, perwerde, felsefe, çand, ekolojî û têkoşîna li dijî tundiyê jî di nav de, hevkariya hemû rêxistinên jinan bigire nav xwe û bi afirandina mekanîzmayên çavdêrî û nirxandinê bi beşdartiya jinan, rêxistinên jinan û rêveberiyên xwecihî, xebatên pêwîst ji bo pêkanîna polîtîkayên bajêr ên jinan bên kirin.
Civakîkirina lênêrînê qadên lênêrînê
Biryar hat dayîn ku; Xizmetên lênêrînê yên wekî kreş, navendên lênêrîna rojane, odeyên lîstikê, qadên zarokan ên pir-mebestî, lênêrîna kesên navsere û nexweş ya li malê û xizmetên lênêrînê yên wekhev ên li gorî hewcedariyên herêmî werin çêkirin da ku xizmetên lênêrînê yên civakê berfireh bibin; ev xizmetan bi awayekî gihîştî, domdar, ewle û bi zimanê zikmakî werin plansazîkirin; li dijî hişmendiya ku barê lênêrînê bi tenê berpirsiyariya jinan e dibîne, xurtkirina têgihîştina civakîkirina barê lênêrînê ku malbat, mêr, civak û rêveberiyên xwecihî dihewîne; û di van xalan de polîtîkayên pêwîst ên lênêrînê bibin bingeha hemû xizmetên şaredariyan.
Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Biryar hatiye dayîn ku; Navendên hevgirtina jinan, navendên jiyana jinan û qadên jiyana ewle ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan werin berfirehkirin; xwegihandina xizmetên piştgiriya hiqûqî, derûnî û civakî were xurtkirin; kampanyayên hişyariya civakî, bernameyên perwerdeyê û mekanîzmayên têkoşîna herêmî yên li ser bingeha jiyana bêtundî werin pêşxistin; çalakiyên rêxistinî yên ku zanîn û ezmûnên jinan li hemû wargehan, tevî deverên gundewarî, eşkere dikin werin meşandin; hişmendiya xweparastinê were xurtkirin; polîtîkayên têkoşîna mayînde û bibandor bi hevkariya rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û aktorên herêmî yên têkildar werin bicîhanîn; û mekanîzmayên sazûmanî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî bên avakirin.
Avakirina qadên jiyana komînal
Biryar hatiye dayîn ku; Ji bo ku di avakirina jiyaneke xwegihîner a azad, wekhev, ekolojîk, demokratîk, bêtundî, bêxizanî, biewlehî û civakî de piştgiriyê bidin jinan; modelên jiyana hevbeş li ser bingeha hevgirtina jinan, hilberîna hevbeş, parvekirina kolektîf û civakîkirina xebata lênêrînê werin pêşxistin; kooperatîfên jinan, aboriya komunal, hilberîna ekolojîk û mekanîzmayên piştgiriya lênêrînê werin xurtkirin; budçeyên pêwîst û avahiyên sazûmanî ji bo domdariya van qadan werin afirandin; û pêvajoyên pêkanînê bi beşdariya rêxistinên jinan û mekanîzmayên têkildar re bi rêk û pêk werin şopandin û nirxandin.
Aboriya jinan û hilberîna komînal
Biryar hat girtin ku; Ji bo misogerkirina bihêzkirina aboriya jinan a li ser bingeha modêla aboriya komînal; kooperatîfên jinan û qadên hilberîna hevbeş; piştgirîkirina perwerdehiya hilberîn û behreyên pîşeyî; xurtkirina xwegihandina wekhev a deverên hilberînê û kar; zêdekirina beşdariya jinan; bi taybetî jinên ciwan, jinên berasteng, jinên li gundewar û xizan; birêvebirina bernameyên perwerdeyê yên bi armanca pêşxistina aboriya komunal, kooperatîfan, hilberîna ekolojîk û behreyên pîşeyî, îstîhdamkirina perwerdekaran; pêkanîna perwerdehiya pîşeyî, dabirkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî û vekirina qursên zimanê zikmakî; di rêxistinkirin û pêvajoyên hilberînê de; û pêşxistina mekanîzmayên sazûmanî yên ku piştgiriya hevgirtinê, hevrêzkirinê û gihiştina bazarên demokratîk dikin, lêkolîn bên kirin.
Budçekirina li gorî hesasiyeta zayendî
Biryar hatiye dayîn ku; Rêbaza budçekirina hesasiyeta zayendî wekî polîtîkayeke bingehîn a budçeyê di rêveberiyên xwecihî de were sazkirin; budçeyên şaredariyan li gorî pêdiviyên jinan, berpirsiyariyên lênêrînê, gihîştina xizmetê, ewlehî, xurtkirina aborî û beşdariya wekhev werin plansazkirin; ev rêbaz li hemû qadên xizmetê yên şaredariyan were bicihkirin; mekanîzmayên çavdêrî, nirxandin û raporkirinê werin avakirin; mekanîzmayên beşdariyê werin pêşxistin ku beşdariyek bi bandor a jinan di pêvajoyên budçeyê de misoger bikin; û xebatên garantîkirina sazûmaniyê bên mêşandin.
Sazûmanîkirina xebatên aboriya jinan û xurtkirina îstîhdama jinan
Biryar hatiye dayîn ku; Ji bo xurtkirina azadiya aborî ya jinan û beşdariya wekhev di jiyana aborî de; di rêveberiyên xwecihî de sazkirina xebatên aboriya jinan; xurtkirina yekîneyên têkildar ên di warê îdarî, teknîkî û budceyî de; pêşxistina têgeha aboriya komînal; zêdekirina îstîhdama jinan û misogerkirina gihiştina wekhev a di hemû qadên kar de; jinên ku rastî nemazeyên tundiya aborî û bêewlehiya dahatê tên û ji ber berpirsiyariyên lênêrînê ji jiyana kar dûr in, bên piştgirîkirin; û ji bo pêşxistina mekanîzmayên pêwîst ji bo plansazîkirin û pêkanîna hemû xwendinên aboriyê yên ji paradîgmaya rizgariya jinan û perspektîfa wekheviya zayendî bên meşandin.
Di rêveberiyên xwecihî de dîplomasiya jinan
Biryar hatiye dayîn ku; Di rêveberiyên xwecihî de sazûmaniya xebatên dîplomasiya jinan bên sazkirin; ji bo beşdariya jinan a pêvajoyên dîplomatîk ên herêmî, neteweyî û navneteweyî de zêde bibe mekanîzmayên perwerdehî û rêxistinkirin bên koordînekirin; bernameyên parvekirina ezmûnî bên lidarxistin; bingeha torên xebata hevbeş bi rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl ên li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bên xurtkirin; ji bo xuyankirina xebatên di qada aborî, avakirina aştiyê, diyaloga navbera gelan, civaka demokratîk û jiyana ekolojîk de bên lêkolînkirin.”













