Esnafên navçeya Qulû ya Konyayê, ji bo piştgiriya Amedsporê kolanên xwe bi alên Amedsporê xemilandin.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê de bi boneya xedir lê tê kirin, piştgiriya Amedsporê hindî diçe zêde dibe. Di hefteyên dawî yên lîgê de ku Amedspor ji bo derketina Super Lîgê têkoşîneke mezin dide, gelê Kurd piştgiriyeke xurt ji bo tîmê tê nîşan dide. Dîmenek balkêş a piştgiriyê ji navçeya Qulu ya Konyayê hat ku piraniya niştecihên wê ji Kurdên Anatoliya Navîn pêk tê.
Sûk bi alan hate xemilandin
Esnafên navçeya Qulûyê ji bo ku piştgiriyê bidin Amedsporê, kolan û dikanên xwe bi al û rengên kesk û sor xemilandine. Ev agahî di demeke kurt de di nava alîgirên Amedsporê de bû cihê kêfxweşiyê û bi hezaran caran hate parvekirin. Tê zanîn ku li navçeya Qulûyê nifûseke zêde ya Kurdan dijî û eleqeyeke mezin a gelê herêmê ji bo Amedsporê heye.












