Serokê Meclîsa Îranê û sermûzakerevanê Tehranê Mûhammed Bakir Galîbaf diyar kir ku heta mafên welatê wî bi temamî neyên garantîkirin wê bi DYAyê re tu peymanê qebûl nekin.
Serokê Meclîsa Îranê û sermuzakerevanê Tehranê Mûhammed Bakir Galîbaf roja yekşemê daxuyanî da û anî ziman ku heta mafên wan ên neteweyî bêkêmasî neyê garantîkirin wê rêveberiya Tehranê tu peymana bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re erê neke.
Galîbaf ku di mûzakereyên bi Washingtonê re serkêşiyê ji heyeta Îranê re dike, wiha got: “Bawerî bi gotin û sozên dijmin nayê. Yekane krîtera me ew e ku beriya em sozên xwe bi cih bînin, encamên şênber bi dest bixin.”
Ji Trump pêşniyareke nû
Piştî daxuyaniyên Galîbafê piştî wan nûçeyên li çapemeniya Amerîkayê hate dayîn, tê gotin ku Serokê DYAyê Donald Trump pêşniyareke nû ya ji mercên giran pêşkêşî Îranê kiriye.
The New York Timesê li gorî agahiyên ji rayedarên xwedî agahiyên têkildarî muzakereyan ragihand ku Trump li gel bendewariya rojên dawî ya ku alî li ser peymanekê li hev bikin, pêşniyareke nû ya ji xalên tundkirî yên pêşnûmeya heyî pêşkêşî Tehranê kiriye. Tê gotin ku Trump bi guhertinên kiriye dikare pêvajoya muzakereyê dirêj bike.












