Girtî Bûrhan Adsiz ku nexweşê “Sîroza kezeba reş” e, ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê de tê ragirtin û metirsiya mirinê li ser wî heye.
Girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz ku di havîna sala 2023yan de hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de dimîne, ji ber nexweşiya wî ya “sîroza kezeba reş” di 26ê mehê de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Bûrhan Adsiz ku ji ber cezayê wî yê “alîkarî daye rêxistinê” hat erêkirin hatiye girtin, ev 3 roj in di lênêrîna awarte de tê ragirtin û talûkeya wî ya mirinê heye. Ji ber ku nexweşiya Bûrhan Adsiz perok (bulaşıcı) bû, ev nêzî sal û nîv bû di qawîşa yekkesî de dihat ragirtin û hat zanîn ku nexweşiya Bûrhan Adsiz, piştî ketiye girtîgehê pêş ketiye.
Her wiha hat zanîn ku Bûrhan Adsiz di sala 2015an de jî bi heman dosyasê hatiye girtin û Desteya Tendûristiyê ya Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê di 17ê Kanûna 2015an de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye Bûrhan Atsiz. Ji ber vê sedemê hatiye tehliye kirin û piştre ji ber ku cezayê wî hat erêkirin di sala 2023yan de hat girtin. Di 2yê çileya 2024an de Desteya Tendûristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê raporeke nû amade kiriye û di vê raporê de aniye ziman ku “Di encama lêkolînan de ti nûveyên ku Bûrhan Adsiz nikare di girtîgehê de bimîne, nehatine bidestxistin û Bûrhan Adsiz dikare di girtîgehê de bimîne” dane wî.