Walî û qeyimê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina Gulistan Doku de hatibû binçavkirin sewqî edliyeyê hate kirin.
Geşedan û pêşketinên li ser dosyey ango lêpirsîna qetilkirina Gulistan Doku berdewam dike. Walî û qeyimê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Gulistan Doku de roja 17ê Nîsanê hatibû binçavkirin, ji Midûriyeta Polîsan a Erziromê sewqî Dadgeha Erziromê hate kirin. Hat zanîn ku li dozgeriyê îfade wergirtina wî dest pê kiriye.













