Dêrsim – Parêzvanê waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ê di çarçoveya lêpisîna Gulistan Dokûyê de hat binçavkirin, Şukru Eroglû jî hate girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de, parêzvanê waliyê wê demê yê Dêrsimê Tûncay Sonel, Şukru Eroglû jî hat girtin. Şukru Eroglû ku piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, bi sûcê “kuştina bi qesdî” hat girtin. Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya dosyeyê de hatin girtin gihişt 9an.
Her wiha îfade wergirtina kurê Tûncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel ê di bin çavan de ye jî didome.












