Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin. Tûncay Sonel bi kelepçeyê ji edliyê hat derxistin û birin girtîgehê.
Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel ku hatibû binçavkirin îro li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin.
Tuncay Sonel piştî îfadeya dozgeriyê, bi sûcên “Delîlên sûc tunekirin, veşartin û guherandin”, “pergalê astangkirin û tunekirin”, “ îxlalkirina jiyana taybet” û “belgeyên fermî xirapkirin û tunekirin” ve bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin.
Dadgehê, derbarê Tûncay Sonel de bi heman sûcan biryara girtinê da. Her wiha di encama bertekan de Tuncay Sonel bi kelepçeyê ji edliyê hat derxistin û birin girtîgehê.













