Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê di 2024an de 51 kolberên kurd kuştin û 246 kolberên kurd jî birîndar kirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî amarên kolberên kurd daxuyanî da. Li gorî rapora tora Mafên Mirovan rejîma Îranê di 2024an de li herêmên sînor ên parêzgeha Urmiye, Bane, Serdeşt, Pawe û Kirmanşan 51 kolberên kurd kuştin û 246 kolber jî birîndar bûne.
Tora Mafên Mirovan da zanîn ku zarokek temenê wî jêrî 18 salî ji serma miriye. Torê anî ziman ku kolber di encama êrişên rejîma Îranê, ketina xwarê ya ji latan, teqîna bombeyan û êşkencekirinê jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.