Zêdetirî 250 siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên sendîka û civaka sivîl ên li qada navneteweyî bi nameyeke vekirî, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza ‘Mafê Hêviyê’ kirin.
Siyasetmedar, akademîsyen, sendîka, hiqûqnas û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kes nameyeke vekirî ji bo serokê dema nû ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê weşand.
Di nameyê de bang hat kirin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bê anîn û ‘mafê hêviyê’ bê misogerkirin.
Li gorî daxuyaniyê ji 20 welatan zêdeyî 50 nûnerên hilbijartî yên li qadên cuda yên rêveberiyê wezîfeyê dikin, ji 20 sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl zêdeyî 250 kesî nameyek ji serokê dema nû ya Komîteya Wezîran re nameyek nivîsîn.
Kesên ku mohra xwe danîn binê nameyê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku biryara sala 2014an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di doza Ocalan/Tirkiye (No.2) de hat dayîn were bi cih anîn û ‘mafê hêviyê’ bê mîsogerkirin. û wiha hat gotin: “Heke rejîma înfazê ya Tirkiyeyê li gorî berpirsyariyên mafên mirovan bê sererastkirin wê ev yek bandorê ne tenê li rewşa Birêz Ocalan bike, her wiha ji bo bi hezaran girtiyên di heman çarçoveya hiqûqî de têne ragirtin ji aliyê demokratîkbûn û dewleta hiqûqê ve bibe gaveke girîng.”
Di nameyê de ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a tê meşandin jî hat sekinîn û ev tişt hatin gotin: “Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de ku li Tirkiyeyê dewam dike-ku di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan bi rola diyarker a muxatabiyê radibe-gavêtina gaveke bi vî rengî ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e. Ev banga dawî ji nameya havîna derbasbûyî ya 88 xelatgirên Nobelê ya ji bo Serokatiya Komîteya Wezîran heta bi hewldana bi sedan parêzerî ya ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji gelek serlêdanên salên dawî ye.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, ji bo aştî û demokratîkbûnê firsendeke bêhempa ya dîrokî hatiye afirandin. Ji bo serketina vê firsendê jî hat gotin ku divê Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke yek ji nûnerên bingehîn ê gelê Kurd karibe bi rengekî azad rola xwe bi cih bîne û ji mafên xwe yên bingehîn sûd bigire.













