Bi pêşengiya TJAyê li Wanê ji bo kesên ku dê beşdarî “Meşiya Gemlikê” bibin, ji avahiyê DEM Partiyê heta Parka Musa Anter meşek pêk hat.
Jin li Wanê ji bo tevlibûna Meşa Gemlikê ku Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixe, bi rê ketin. Jin, ewilî li avahiya DEM Partiyê kom bûn û heta Parka Musa Anter meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî azad dike rêbertî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Mafê hêviyê mafê gelan e” hatin berzkirin.
Jinên ku gihiştin Parka Musa Anter li vir li otobusan siwar bûn û ji bo tev li meşê bibin berê xwe dan Gemlikê.



















