• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Enqereyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bang kir

Enqere / AW

7 COTMEH 2025 - 11:43
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Enqere –  TJAyê di roja 7an a meşa bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin”  de ji bo pêkhatina aştiyê, xwest Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî were pêkanîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş dabû destpêkirin û meş di roja 7an de li Enqereyê berdewam dike. Jinên  di nav de Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên sazî û nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk hene, li Guvenparkê hatin li gel hev. Jinan li vir, dirûşmeyên  “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî”, “Mafê heviyê nayê astengkirin”, “Azadî azadî azadiya Rêbertî”, “Mîmarê aştiyê li Îmraliyeyê”, “Silav silav  ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”  û “Mafê heviyê mafê Gelan e” berz kirin û pankarta “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin”  vekir. Nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji meşvanan re şandiye ji hêla Zeynep Karayılan ve hat wendin. Heya name were xwendin girse bi berzkirina dirûşmeyan û stranan daxwaza azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirin.

‘Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e’

Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel di daxuyaniyê de anî ziman ku şer herî zêde bandorê li ser jinan dike û wiha got: “Aştî ji bo me ne tenê daxwazek e, pêdiviyek e. Em ji hemû kesên ku piştgiryê didin meşê re spas dikin. Em jin li dijî serdestiya pergala zilam bin. Ji bo wê li Rojava heta hemû cihanê em piştgiriya jinan xurt dikin û dibêjin, Jin Jiyan Azadî. Li her derê ku em meşiyan, gel dibêje ‘em aştiyê dixwazin lê ji dewletê bawer nakin’. Me jî daxwaza wan anî Enqreyê. Divê dewlet jî ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cîh bîne. Gelê me, malbatên me yên bi nirx û gelê Kurd, tevî hemû êşan dibêje aştî. Em ê jî wek TJAyê, dosyayeke ku daxwazên me di nav de cih digrin, pêşkeşî partiyên siyasî bikin. Werin vê carê em aştiyê pêkan bikin. Me di serî de serdana Girtîgeha Sîncanê kir. Ji bo aştiyê divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ya girîng Azadiya gel e. Ew pir bi wateye. Tevî 26 sal in di girtîgehê de ye azadiya gel dixe pêşiya azadiya xwe. Em jî weke jinên Kurd dibêjin, azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Ji bo aştiyê jî divê aktorê sereke azad be. Heke dê aştî û biratî pêk were ev dê bi wekheviya gelan pêkan be. Bi berdana girtiyên siyasî pêkan be. Em li vir careke din dibêjin hevalên me yên di doza Kobanê de girtî ne, berdin.”

‘Qanûnên hewce derxînin’

Di berdewama axaftina xwe de Sebahat Tuncelê diyar kir ku êrişa Helebê êrişa li dijî gelê Kurd e û axaftina xwe wiha domand: “Gumanên gel hene û dibêjin, li pişt vê êrişê Tirkiye heye gelo? Ji ber ku Tirkiyeyê li wir her tim piştgirî da hezên cîhadîst. Em jî dibêjin, piştgiriya aştî û çareseriyê bikin. Li rex Şoreşa Rojava cih bigrin. Heke hûn êrişî Rojava bikin, birayên wan yên li vir nasekinin. Em ji bo gelê Filîstinê jî meşiyan. Em careke din dibêjin ku em li rex gelê Filîstînê ne. Divê Netanyahu demildest li ser xaka Filîstînê derbikeve û gelê Fîlîstînê azad bibe. Yên ku herî zêde gelê Filîstînê fêm dikin em in. Em ji bo aştiyê hatin Enqereyê. Divê ew fersend vê carê baş bê bikaranîn. Birêz Abdullah Ocalan di peyama ji me re şand de jî dibêj, ‘Ez muzakereya demokratîk’ diparêzim. Muzakereye demokratîk ne tenê pêkanîna gotina desthilatê ye, pêkanîna gotina hemû kesan e. Divê desthilat vê yekê pêk bîne. Komîsyon divê demildest biçe gravê û ji bo berdana çekan, qanûnên pêwîst derxîne.”

Piştî daxuyaniyê, girse ji bo tev li civîna koma DEM Partiyê bibe derbasî Meclisê bû.

Etîket: Aktivîsta TJA Sebahat TuncelDEM PartîEm bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşinevgera Jinên Azad (TJA)Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

26 HEZÎRAN 2026
Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

24 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (807)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne