Wan – Jina ciwan Agathe Laurent ketiye du şopa malbata xwe û berê xwe daye Wanê. Malbata wê di jenosîdê de berê xwe daye Fransayê û careke din venegeriya ye. Ew jî dixwaze serpêhatiya malbata xwe hîn bibe û vegere koka xwe.
Di destpêka sala 1915an de li Stenbolê li dijî gelê Ermen, êrişên sîstematîk hatin destpêkirin û ev êriş piştî çend salan vegûherî jenosîdeke mezin. Ev bûyer di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de qewimîn. Piştî girtinên destpêkê, pêvajo bi sirgûnkirin, koçberkirina bi darê zorê û komkujiyên berfireh ên li dijî nifûsa Ermeniyan a li seranserê axa Osmanî berdewam kir. Ev jenosîd bû sedema gelek çîrokên bi êş û koçberiya civaka Ermenan ya ber bi Ewropayê ve. Gelek kesan wê demê berê xwe dane welatên Ewropayê ku bikaribin ferdên malbata xwe biparêzin.
Ji Stenbolê ber bi Parîsê ve
Malbata jina ciwan Agathe Laurent ku li bajarê Parîs a paytexta Fransayê dijî, di sala 1919an de ji ber êrişan koçî Parîsê kiriye. Agathe Laurent jî ketiye dû şopa malbata xwe û berê xwe daye Kurdistan û Tirkiyeyê. Laurent ev meh û nîv e li Tirkiyeyê ye û hem ji bo gerê, hem jî ji bo dahatuya malbata xwe hatiye. Koka malbata wê digihije Wanê û dibêje ku dapîr û bapîrên wê ji Stenbolê koçî Fransayê kirine.
Bapîrê bapîrê wê stran û çîrok tomar kirine
Agathe Laurent ji serpêhatiya malbata xwe pirr agahdar nîn e, lê belê li gorî gotina wê malbat eslê xwe ji Wanê ye û demekê jî li semta Uskudarê ya Stenbolê maye. Navê bapîrê bapîrê wê Tîgran Çitûnî bûye û stran û çîrok tomar kiriye. Ji ber vê yekê demekê bi etnomuzîkologê navdar ê Ermenî Gomîdas Vartabed re jî xebitî ye. Zêde agahiya Agathe Laurentê jê nîn e, lê belê li Fransayê gelek pirtûkên bapîrê wê hatine çapkirin. Ji ber ku ew Ermenkî nizane wê nekariye van pirtûkan bixwîne. Tevî ku bapîrê wê muzîkjen nebûye jî stran tomar kirine û ev yek gelek bala Laurentê kişandiye.
Tîgran Çitûnî li gel Gomîdas jî xebitiye
Bapîrê Laurentê tomarkarê herî jêhatî yê Gomîdas bûye û awazên stranan jî ji şagirtên din ên Gomîsdas re gotiye ku ew jî tomar bikin. Wan, wî çaxî ji herêma Wanê re gotine “Vaspurakan” û ev herêm ji aliyê dîrokî ve ji bo wan gelek girîng bûye. Muzexaneya Gomîdas a li Erîvanê pirtûkek ji bo Laurentê şandiye û di vê pirtûkê de bi sedan stran hene. Di nava wan de 60 hep stran yên bapîrê wê ne. Awazên van stranan jî yek ji şagirtê Gomîdas Mîhran Tûmacan tomar kiriye. Di pirtûkê de ji bilî Ermenkî, gelek stranên Kurdî û Tirkî jî hene, lê belê bi alfabeya Ermenkî hatine nivîsîn.
Di nava xwe de valahiyek hîs kiriye
Ev demeke dirêj bû Agathe Laurent li ser vê serdanê difikirî. Ev serdan ji bo wê gelek bi wate ye û ew nêzî aliyê xwe yê Ermenkî bûye. Hatina vir, nasîna neteweyên cuda, çandên cuda li ser wê bandoreke erênî çêkiriye ku ew bi xwe jî dibêje, “Nasîna Kurd, Tirk, Azerî, Suryanî hwd. min dewlemend kir.” Laurent di nava xwe de valahiyek hîs kiriye û berê xwe daye vê derê. Daxwaza wê ne tenê nasîna Ermeniyan, nasîna Kurd, Tirk hwd. bûye û jixwe bapîrê wê jî stranên Kurdî û Tirkî jî tomar kiriye. Ev yek nîşan dide ku wê demê hemû bi hev re jiyan e. Tê dîtin ku di navbera çanda Kurdan û Ermenan de têkiliyek heye. Her wiha wê xwestiye Gola Wanê jî bibîne. Di zarokatiyê de dapîr û bapîrên wê gotine “Me rengê çavên xwe ji Gola Wanê girtine” û wê jî xwestiye Gola Wanê bibîne.
Di malbata xwe de kesa ewil e tê Wanê
Ev ji 100 salî zêdetir e malbata Laurentê koç kiriye, lewma çanda Ermeniyan nizane. Ewilî dayika wê piştî çend salên koçberiyê di 1980yan de tê Tirkiyeyê, lê belê ji ber ku bajarê Wanê ew çax cihekî geştê nebûye, qet nehatiye Wanê. Di nava malbata xwe de yekem kes e ku tê Wanê. Malbata wê entegreyî Fransayê bûye, lewma ew nikare ji xwe re bibêje Ermen. Agathe Laurent dixwaze serpêhatiya malbata xwe hîn bibe û ji nifşên nû re jî ragihîne.











