• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên çûne pincar qeza kirin: 1 mirî 8 birîndar

    Welatiyên çûne pincar qeza kirin: 1 mirî 8 birîndar

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên çûne pincar qeza kirin: 1 mirî 8 birîndar

    Welatiyên çûne pincar qeza kirin: 1 mirî 8 birîndar

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongreya 7emîn a YRAyê bi dawî bû

15 HEZÎRAN 2025 - 22:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kongreya 7emîn a YRAyê bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû. YRAyê ragihand ku hewl didin rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyeyê pêk bîne û wiha domand: “Em ê çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyeyê berfireh bikin.”

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kongreya xwe ya 7emîn li dar xist.Kongreya YRAyê bi aşkerakirina encamnameyê bi da3î bû. Di encamnameyê de hat gotin ku kongreya xwe ya 7emîn bi beşdariya 150 deleqeyî, hejmarek mêvan ji sazî û desteyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civakî, li dar xist.

Hate diyarkirin ku di kongreyê de peyamên pîrozbahiyê ji hêla hevserokên YRAyê yên berê ve bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin. Dûre hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm axivî.

Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên sazî û desteyên dostane, di serî de peyama Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamevaniya Ereb hatin xwendin. Ev zêdetirî salekê ye ku YRAyê tev li wê yekitiyê bûye.

Piştî axaftin hatin kirin û peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin, dîwana birêvebirina kongreyê ji 5 endaman hat avakirin.

Dûre rapora giştî ya YRAyê bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin, naveroka wê hat nîqaşkirin, rexneyên delegeyan hatin kirin.

Paşê reşnivîsa nû ya rêziknameyê ku ji hêla komîteya amadekariya kongreyê ve hatiye amadekirin, bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin û nîqaş li ser naverokê hat kirin. Her wiha ji bo hin guhertinan pêşniyar hatin kirin û hate erêkirin.

Di dawiya kongreyê de Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan weke hevserokên nû yên YRAyê û Meclisa Giştî ya nû ya YRAyê hatin hilbijartin. Meclisa Giştî ji 23 endaman pêk tê û 5 jî yedek in. Ev meclis temsîla Sûriyeyê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike. Her wiha kotaya ji bo jinan di meclisê de hate pejirandin.

Wê Meclisa Giştî ya nû civîna xwe ya yekemîn li dar bixe, ku desteya rêveber hilbijêre.

YRAyê di encamnameya xwe de got: “Me kongreya xwe di wextekî hesas de ku Sûriyeyê di guhertinên mezin re derbas dibe li dar xist. Bi rêya vê kongreyê, YRAyê hewl dide rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyeyê pêk bîne, çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyeyê berfireh bike. YRA vê yekê li ser şopa şehîdên gotin û rastiyê dike.

Bi vê boneyê de em bi rêzdarî sembolên ragihandina azad, mamoste Seyîd Evran, Ezîz Koyluoglu, şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj û tevahî şehîdên ragihandina azad, bi bîr tînin û soza xwe ya berdewamkirina rêça wan dubare dikin.”

Etîket: encamnameKongreQamişloYRA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

13 GULAN 2026
Koma 5emîn a koçberên Efrînê duh gihiştin warê xwe

Koma 5emîn a koçberên Efrînê duh gihiştin warê xwe

11 GULAN 2026
Bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiya: Netewek bi zimanê xwe heye

Bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiya: Netewek bi zimanê xwe heye

30 NÎSAN 2026
Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

26 NÎSAN 2026
YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

25 NÎSAN 2026
Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (412)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne