Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de 7 kesên ku kar û barê wan ê îfadeyê yê li fermandariya cendirmeyan bi dawî bû, anîn edliyeyê. Dema gumanbar anîn edliyeyê, ferdên malbata Doku nerazîbûn nîşanî wan dan.
Di çarçoveya lêpirsîna windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokuyê de, ji kesên ku duh sewqî Edliyeya Dêrsimê hatibûn kirin, derbarê 2 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
Polîsê berê Gokhan Ertok ê ku hat hînbûn sim karta Gulistan Doku xistiye telefona xwe û hinek agahî jê birine, bi sûcdariya “tunekirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc” û “xerabkirin, tunekirin an jî gihandina daneyên di pergala zanistî de” hat girtin. Memûrê Îdareya Taybet a Bajêr ê wê demê Erdogan Elaldi jî tevî ku hemû sûcdarî red kirin, bi sûcdariya “kuştina bi qestî” hat girtin.
Berpirsên kamerayan ên Zanîngeha Mûnzûrê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrsimê hatin kirin. Suleyman Onalan û Savaş Gulturk piştî îfadeyên li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Îro jî 7 kesên ku kar û barên wan ên îfadeyê li fermandariya cendirmeyan qediya anîn edliyeyê. Gumanbarê sereke Mustafa Turkay Sonel û parazvanê walî Şukru Eroglû hê jî li fermandariya cendirmeyan tên ragirtin. Dema ku gumanbaran anîn edliyeyê, ferdên malbata Doku bi gotinên, “Hûn hemû qatîl in. Tuncay Sonel qatil e, bira bê we rizgar bike. Xwedê bela we bide,” nerazîbûn nîşan dan û kulman avêtin wan.
Di wê kêliyê de dayika wê Bedriye Doku û xwişka wê Şîlan Doku ji ser hişê xwe çûn û ketin erdê.
Ferdê malbata Doku ya li ber edliyeyê li benda encama biryara dadgehê ne.












