Li Amerîkayê helîkopterek û balafirek ku nêzî 60 rêwî têde hehûn, li hevketin û ketin xwarê. Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 20 kes mirine.
Medya cîhanî û berpirsên Amerîkî ragihandin ku di saetên zû yên sibehê de, balafirek ku nêzî 60 rêwiyan hildigirt bi helîkopterek leşkerî ya ji curê Black Hawk lihev ket. Li gorî encamên heta niha hatîn ragihandin di encama qezayê de herî kêm 20 kes mirine. Senatorê Komarî Roger Marshall got, balafireke rêwiyan ku 60 rêwî û 4 endamên balafirê tê de bûn, li helîkoptereke leşkerî ya Black Hawk li nêzî Balafirgeha Ronald Reagan a Washingtonê bi hev ketin û ketin xwarê. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî di daxuyaniyekê de ragihand ku di helîkopterê de 3 leşkerên Emerîkî hebûn û jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku li çemê Potomac li nêzî Balafirgeha Ronald Reagan gelek cesedên qurbaniyan hatin dîtin, 4 kes di çem de sax hatin dîtin û hatin rizgarkirin.