Şirnex – Çanda Adarok ku weke hatina biharê tê pîrozkirin 300 sal in berdewam dike. Meryem Firat ku beşdarî şahiyê bû got ku ew ji zarokatiya xwe ve tev li pîrozbahiya Adarokê dibe. Hevşaredarê Gundikê Melê jî da zanîn ku ew ê parastina kevneşopiyên civakî bidomînin.
Li bajarokê Gundikê Melê her sal di navbera meha Adar û Nîsanê de ji bo hatina biharê pîrozbahiya Adarok ku xwedî dîroka 300 salan e tê lidarxistin. Adarok kevneşopî û çandeke gelek kevnar e. Li gorî hin kesan dîroka wê 300 sal in û hin kes jî dibêjin hê kevntir e. Lê dîroka wê baş nayê zanîn. Ev şahî wek taybetmendiyeke Şirnexê ango herêma Botanê ye. Îsal jî ji aliyê Şeredariya Bajarokê Gundikê Melê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve kevneşopiya Adarok di navbera Çiyayê Cûdî û Çiyayê Besta de bi bernameyeke hat pîrozkirin.
Kevnaşopiya 300 salan didome
Her sal li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran kes tên beşdarî pîrozbahiya Adarokê dibin û vê kevneşopiya sedan salan Adarok pîroz dikin. Gel bi hev re xwarinê dixwin û lîstikên xwecihî ango gelêrî; “guhgan”, “birgî”, “gulşek”, “kêlanî”, “kergî mela” dilîzin. Hatina welatiyan li gel hev dû germahî û xurtbûyîna civakî ya kevnare nîşan dide. Her wiha heke di navbera malbat ango kesan de xeyidandin hebe di pîrozbahiya Adarokê de li hev tên û di demsala biharê de rûpeleke nû vedikin. Adarok yek jî taybetmendiya herêmê ye. Her çiqas dîroka wê ya pîrozbahiyê nayê zanîn jî bi sedan sal in ev kêvneşopî li herêmê berdewam dike. Hatina biharê ji bo gelê Kurdistanê xwedî wateyeke mezin e. Lê balkêş e ku derbarê pîrozbahiya Adarokê de dîrokek şênber tune ye û lêkolîn nehatiye kirin.
Di navbera Cûdî û Besta de hat pîrozkirin
Pîrozbahiya Adarok ji berê ve li gundan dihat pîrozkirin. Her gund Adaroka xwe li gundê xwe pîroz dikir û wê rojê cil û bergên nû lixwe dikirin û hatina biharê pêşwazî dikirin. Lê ev çend sal in Adarok di navbera çiyayê Cûdî û Besta a herêma Gundikê Melê de bi hev re tê pîrozkirin. Ew cih jî yek jî taybetmendiya Botanê ye. Çiyayê Cûdî yek jî navnîşana Botanê ye. Her ji 15 rojan carekê herêmên bi ser Cûdî û Besta ve bi hincetên “Ewlehiyê” tên qedexekirin. Lê li hin cihên wê jî qedexe tune ye. Îsal jî welatiyan di navbera çiyayê Cûdî û Besta de pîrozbahiya Adarokê li dar xist. Xwezaya di navbera her dû çiyayan de hêjayî dîtinê ye. Welatiyên herêmê jî ji aliyekî vê bi kêfxweşiyeke pîrozbahiya Adarokê li dar xistin û ji aliyê din ve jî bi xwezaya xweş bêhna xwe berdidin û wek seyranê şahiya xwe li dar dixin. Bi hatina biharê re her der şîn bûye û çiyayê Cûdî bi hemû heybetî û xweşikiya xwe, xwe li nîşanî mirovan dide.
Ji biçûkiya xwe ve tev li pîrozbahiya Adarokê dibe
Dayika bi navê Meryem Firat ku her sal tev li pîrozbahiya Adarokê dibe diyar kir ku ew ji zarokiya te xwe ve Adarokê weke hatina biharê pîroz dikin û wiha got: “Em dema biçûk bûn me danî çêdikir, mal paqij dikir û cilên xweşik li xwe dikirin. Me li gundê xwe Adarokê pîroz dikir. Divê di vê mehê de em ji hev nexeyidî bin. Divê em cîran û mirovên hev tev ji hev hez bikin. Adarok yek jî xweşiya civakî ye. Em bi hev re xwarinê çêdikin, dixwin û hatina biharê pîroz dikin. Li cem me ji bo Adarokê wiha dibêjin; ‘Di heyva Adarê de melek li ser darê hat xwarê, qîrek da biharê û xweşî ket dinyayê’.”
‘Em ê ji bo parastina kevneşopiyên herêmê xebatên xwe bidomînin’
Hevşeredarê Gundeke Melê Ferît Artuç jî anî ziman ku ew ji bo kevneşopiya civakî biparêzin weke şeredariyê pîrozbahiya Adarokê li dar dixin û got: “Adarok çandeke qedîm e. Adarok navê xwe ji meha Adarê digire û wek hatina biharê tê zanîn. Me xwest em di meha Adarê de pîrozbahiyê li dar bixînin lê ji ber meha Remazanê me di meha Nîsanê de pîrozbahî li dar xist. Adarok tifaqiya xelkê Şirnexê bi xwe re tîne. Li vir civakîbûnek xurt derdikeve holê. Dema berê jin tev li bernameyê nedihatin kirin lê niha jin jî beşdarî pîrozbahiya Adarokê dibin. Her wiha ji bo em kevneşopiyên herêmê biparêzin xebatên me wê berdewam bikin.”