• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li dijî bişaftinê Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî hat ragihandin

9 ADAR 2025 - 13:29
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Jinan li Amedê Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî bi daxuyaniyêk çapemeniyê damezrandina xwe îlan kir. Jinan anîn ziman ku ew ê li dijî bişaftin û xwebişaftinê têbikoşin.

Zimanê Kurdî bi polîtîkayên bişaftine ya dewletê re rû bi rû ye. Li dijî  van polîtikayan têkoşîna saziyên kurdî jî didome. Şaxên Egitim-Sen, Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî li Amedê bi civînek çapemeniyê damezrandina xwe ragihand. Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut, endamên MED-DER, ANKA-DER” Arî-Der, KURDÎGEH, Komeleya Ziman a Birca Belek û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li salona Egîtîm Senê pankarta “Sedsala Jine wê bibe Şoreşa Zimanê Kurdî” daliqandin û dirûşmên “Zimanê me nasnamaye me ye”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Rêvbera ANKA-DERê Emîne Oguz daxuyanî bi Kurmancî, Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut jî bi Kirmanckî xwend.

‘Demildest gavên şênber bavêjin’ 

Emîne Oguz bi kurmancî daxuyanî da û wiha got: “Banga Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalanî a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo me jinan gelek girîng e. Ev bangawazî jiyaneke nû ku hemû rengên wê dihewîne pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û bi teybet jinan dike. Di heman demê de di sedsala 21an de li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê avakirina civaka demokratîk vedike. Weke jinên dildarên Zimanê Kurdî em vê bangê dipejirenin û bi vê wesîleyê diyar dikin ku em ê hewcedariyên mîsyon û berpirsyariya ku vê bangê li me kiriye pêk bînin. Li gorî vê mîsyonê, ji bo ku em xebatên xwe bi rihê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bidomînin û rêxistinbûna xwe xurt bikin, em jinên dildarên zimanê Kurdî Meclîsa xwe ya Jinê bi navê Meclîsa Jine Ya Zimanê Kurdî îlan dikin. Û bi vê minasebetê em bang li hikûmetê dikin: Divê di zûtirîn dem de şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bê temînkirin û gavên berbiçav ên ku birêz Ocalan destnîşan kiriye demildest bên avêtin.

‘Zimanê xwe ji bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin’ 

Emîne Ozuz anî ziman ku ew jinên Kurd ku bi dehan salan e li hember zext û zordarîya arasteyî nasnameya xwe û zimanê xwe têkoşîneke bênavber didomînin destnîşan dikin ku ji bo ev sedsala nû bibe sedsala zimanê Kurdî û pêngava nû bi ser bikeve em dê têkoşîna xwe berfireh bikin û wiha axivî: “Em hewl didin hemû dildarên ziman ên jin di bin banê Meclisa Jinê ya Zimanê Kurdî de bînin ba hev û zimanê xwe ji çerxa bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin. Em wek jinên Kurd bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê sedsala nû de ku hem kapîtalîzm, hem netewedewlet û hem jî hemû hêzên din ên cîhanê dixwazin dizaynek nû bidin avakirin de divê em bi xwedîkerketina li ziman, nasname û çanda xwe mohra xwe li vê sedsalê bixînin. Divê êdî em bêstatubûnê qebûl nekin, ji van polîtîkayên bişavtin û xwebişavtina ku ji destpêka komarê ve li ser gelê me tê meşandin re bibêjin êdî bes e û di vê sedsala nû de bikaribin mafên xwe yên xwebûniyê bi dest bixnînin. Divê gelê Kurd ji bîr neke ku ziman, ruh û jiyan e, nasname û xwebûn e, bîr û hişmendî ye, rûmet û şanazî ye. Jê qerîna ji ziman jê qerêna ji rûmetê ye. Divê di serî de jinên Kurd hemû gelê me ji îro û pê ve li hemberî van polîtîkayên bişavtinê ku sed salê bi awayeke pergalî tên meşandin helwesta xwe nîşan bide û ji vê bişavtina sed salan re bibêje êdî bes e.”

‘Em ê li dijî her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin’ 

Emîne Oguz, da zanîn ku ew jinên Kurd destûrê nadin ku tu hêz me ji ruhê me, ji nasname û ji zimanê me bê par bihêle û wiha lê zêde kir: “Wek Meclisa Jinê ya Zimanê Kurdî, em dê li hember her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin, rola dîrokî ya jinê ya di hêla ziman de hêzdar bikin û ji bo zimanê Kurdî bighîje statuya makezagonî xebatan bimeşînin. Em jinên ku ji bo aştiya civakî her tim di refên herî pêş de têdikoşin em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî jî bidomînin.”

Emîne Oguz, xal bi xal bernameya têkoşîna ku dane pêşiya xwe wiha rêz kir:

“• Em dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê biparêzin: Ji bo zimanê Kurdî ji pêştibistan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê em dê xebatan bimeşînin.

• Em dê hilberîna ziman a jinan teşwîq bikin: Em dê di qadên wek wêjeya Kurdî, huner, medya û xebatên akademîk de berbiçaviya jinan zêde bikin.

• Em dê bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên gelemperî de berbelav bikin: Em dê bi awayekî azad bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên fermî, medya, kuçeyan û di jiyana civakî de teşwîq bikin.

• Em dê hişmendiya Ziman Zêde Bikin: Ji no berbelavkirina axaftina Kurdî ya di nav malê de, di nav malbatê û di nav civatan de em dê xebatên hayjêbûnê saz bikin.

• Em dê hevkariya navneteweyî hêzdar bikin: Em dê bi têkoşînên ziman ên tevgerên jin û gelên li welatên cuda re li cihekî hevpar bên ba hev û hevkariyê mezin bikin.

JI BO PARASTIN Û JIYANDINA ZIMÊN, NASNAME Û ÇANDA XWE BANGA HER JINÊ DIKIN KU BEŞDARÊ BÊ TÊKOŞÎNÊ BIBE!

Her peyva zimanê kurdî berxwedana me ye!

Ger Kurdî bijî, dê gelê me bijî!

Ger Kurdî Azad Bibe Dê Jin Azad bibe.”

Etîket: Emîne OguzMeclisa Jinan a Zimanê KurdîŞukran Yakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MED-DERê belgeyên pêşdibistanê dan xwendekaran

MED-DERê belgeyên pêşdibistanê dan xwendekaran

5 NÎSAN 2026
Endamên Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî: Divê êdî Kurdî bibe zimanê fermî

Endamên Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî: Divê êdî Kurdî bibe zimanê fermî

10 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne