• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Êlihê banga gavavêtina ji bo pêvajoyê hate kirin

Êlih / AW

12 GULAN 2026 - 16:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê ji bo pêvajoyê ku gav bên avêtin daxuyanî hate dayîn û hate xwestin ku tavilê gav bên avêtin û hate gotin ku pêkanîna aştiyê berpirsiyariya hemû kesî ye. 

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê derbarê meşa 16ê Gulanê de ku banga gavavêtinê dike, civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê, aktivîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl amade bûn. Daxuyanî bi Kurmancî û Tirkî hate xwendin. Metna Kurmancî Hevserokê DBPê yê Êlih Resûl Çetîn û ya Tirkî jî Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş xwend.

Metna daxuyaniyê ya bi vî rengî ye:

“15 meh di ser banga birêz Ocalan a ‘Pêvajoya Aşrî û Civaka Demokratîk’ a di 27ê Sibatê de kiribû derbas bûn. Lê heta niha desthilata heyî derbarê daxwaza israr a ji bo aştiyê ya gelê Kurd, Tirk, jin, ciwan, karker û bêkaran de hê jî gavên berbiçav neavêtine. Her çiqas komîsyona ku di parlamentoyê de hatibe damezrandin jî gelek dînamîkên civakî guhdarî kiriye û li ser pêvajoyê rapor daye. Lê daxwazên aştî û demokratîkbûnê hê jî nehatine bicîhanîn. Hêza siyasî ku helwesteke domdar a derengmayînê girtiye, divê bi lezgînî berpirsiyariya daxwazên civakê, ruhê pêvajoyê û pêkanîna vê derfeta dîrokî bigire ser xwe. Jiholêrakirina vê derengmayînê û nezelaliyê di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de şertê herî bingehîn ê serkeftina wê ye.

Berpirsiyarî ya me hemûyan e

Di qonaxek dîrokî ya wiha de bilindkirina têkoşîna aştî û demokratîkbûnê bi awayê herî xurt ji bo hemû dînamîkên civakî pêwîstiyek e. Aştî di heman demê de zemîna hevpar a herî xurt e ku nasname, bawerî û girêdanên siyasî yên cuda dike yek. Berpirsiyarî ya me hemûyan e ku em zemîna aştiyê berfireh bikin û xurt bikin û aştiyê civakî pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Gavek ji bo aştiyêMeşa 16ê Gulanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Banga meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’: Bilindkirina têkoşîna aştiyê erka me ye

Banga meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’: Bilindkirina têkoşîna aştiyê erka me ye

11 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (296)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne