• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Adalet Kaya ji bo Rojwelat Kizmaz pêşniyazname pêşkeşî Meclîsê kir

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNERx
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Adalet Kaya ji bo Rojwelat Kizmaz pêşniyazname pêşkeşî Meclîsê kir

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNERx
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’: Bilindkirina têkoşîna aştiyê erka me ye

Amed / AW

11 GULAN 2026 - 12:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê derbarê meşa ku dê di 16ê Gulanê de bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” bê lidarxistin daxuyanî da û banga tevlibûna meşê kir û got: “Bilindkirina têkoşîna aştiyê ji bo hemû dînamîkên civakî wezîfeyeke mecbûrî ye. Berpirsyariya me hemûyan e ku em aştiyê civakî bikin.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê derbarê meşa ku dê di 16ê Gulanê de bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” bê lidarxistin li avahiya DEM Partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên bajêr û gelek kes tev li civînê bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayê Kurmancî û Tirkî pankarta “Gavek ji bo aştiyê” hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn û metna Kurmancî jî ji aliyê Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût ve hate xwendin.

‘Pêvajo hatiye rawestandin’

Rûçem Vefa Elyakût bi bîr xist ku bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê de re 15 meh derbasbûye û got: “Tevî daxwaza bi israr a gelê Kurd, jin, ciwan û kedkaran, desthilatdariya siyasî hêj jî gavên şênber neavêtiye û pêvajo hatiye rawestandin.”

‘Dewlet berpirsyariyê nade ser milê xwe’

Rûçem Vefa Elyakût diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatibû avakirin raporên xwe amade kirine lê daxwazên demokratîkbûnê nehatine pêkanîn û wiha axivî: “Dewlet û desthilatdarî bi polîtîkayên ‘taloqkirinê’ nêzî pêvajoyê dibin û ji bo jiyanîkirina derfetên dîrokî, divê desthilatdarî bi lezgînî berpirsyariyê bigire ser xwe. Rakirina vê rawestandin û nezelaliyê şertê herî bingehîn e.”

‘Aştî wezîfeyeke mecbûrî ye’

Rûçem Vefa Elyakût destnîşan kir ku aştî zemîna hevpar a hemû bawerî û nasnameyan e û wiha pê de çû: “Bilindkirina têkoşîna aştiyê ji bo hemû dînamîkên civakî wezîfeyeke mecbûrî ye. Berpirsyariya me hemûyan e ku em aştiyê civakî bikin.”

Banga meşa 16ê Gulanê

Rûçem Vefa Elyakût herî dawî banga tevlîbûna meşê kir û got: “Meş roja şemiyê saet di 19:00an de ji Zindana Amedê ya li navçeya Rezanê heta ber Plazaya AZC ya Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû bê lidarxistin. Ji bo rakirina xitimandina pêvajoyê û ji bo xwedîderketina li aştiyê, divê hemû gelê me beşdarî meşê bibe.”

 

Etîket: DEM Partiya AmedêGavek ji bo aştiyêMeşa Gavek ji bo aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

17 GULAN 2026
Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

16 GULAN 2026
Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

14 GULAN 2026
DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

13 GULAN 2026
Li Êlihê banga gavavêtina ji bo pêvajoyê hate kirin

Li Êlihê banga gavavêtina ji bo pêvajoyê hate kirin

12 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Venezuelayê du erdhejên mezin li pey hev çêbûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (687)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne