• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 1ê ADARA 2026an

    Li bakûrê Îranê depoyekî muşekan bû hedafa Îsraîlê

    Li bakûrê Îranê depoyekî muşekan bû hedafa Îsraîlê

    Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên DY-Îsraîlê de heta niha 201 kes hatin kuştin, 747 kes birîndar bûn

    Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên DY-Îsraîlê de heta niha 201 kes hatin kuştin, 747 kes birîndar bûn

    Piştî şer Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran hat girtin

    Piştî şer Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran hat girtin

    Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

    Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 1ê ADARA 2026an

    Li bakûrê Îranê depoyekî muşekan bû hedafa Îsraîlê

    Li bakûrê Îranê depoyekî muşekan bû hedafa Îsraîlê

    Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên DY-Îsraîlê de heta niha 201 kes hatin kuştin, 747 kes birîndar bûn

    Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên DY-Îsraîlê de heta niha 201 kes hatin kuştin, 747 kes birîndar bûn

    Piştî şer Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran hat girtin

    Piştî şer Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran hat girtin

    Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

    Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li hin bajaran civînên ‘Aştiya Civakî û Azadiyê’ hatin lidarxistin

Navenda Nûçeyan / AW

3 SIBAT 2025 - 17:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Li gelek bajaran civînên “Aştiya Civakî û Azadiyê” hatin lidarxistin. Di civînan de hat gotin: “Birêz Ocalan sermuzakerevan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên “Aştiya Civakî û Azadiyê” de li gelek bajaran bi gel re civîn li dar xistin.

Qers

DBP û DEM Partî li Qersê bi gel re civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Goçer û Rêveberê Navenda DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Dîgor û Bazarcixê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat daliqandin.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamenter Yilmaz Hun axivî. Hun, diyar kir ku gelê Kurd bi sed salaye tê înkarkirin û li dijî vê înkarê têdikoşe. Hun, anî ziman ku “Plana Têkbirinê” ya li dijî Kurdan niha bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê domandin û wiha got: “Her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê tecrîd û plana têkbirinê li ber xwe dide. Her wiha li 72 welatan gel ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li qadan e.”

Hun da zanîn ku di encama têkoşîna heta niha de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêvajoyeke diyalogê ya hêj nav lê nehatiye kirin hatiye destpêkirin û got: “Li gorî me zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Ji bo ev diyalog veguhere pêvajoyeke çareseriyê, erk û berpirsyartiyên me hene. Li rexekî pêvajoya diyalogê û li rexa din jî êrişên ser Rojava û tayînkirina qeyûman heye. Pêkan nîne bi van nakokiyan ev pêvajo bikare bidome. Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di çarçoveya neteweya demokratîk de bi hev re bijîn, pêşniyarek pêşkeş kir. Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye. Birêz Ocalan û gelê Kurd ji bo aştiyê amade ne. Divê êdî dewlet gavê biavêje. Divê ji ewil tecrîda li ser birêz Ocalan rake û zemîna ku birêz Ocalan bi gel re bê ba hev, amade bike. Divê birêz Ocalan azad bibe. Hewceye dewlet zextên xwe yên li ser Rojava bi dawî bike û statuya Rojava nas bike. Ji bo ev çêbibin jî divê em têbikoşin.Lewma divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”

Mêrsîn

Dem Partiyê li Mêrsînê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û gelek kes tev li bûn.

Seza Temellî di civînê de got ku Rêya Sêyemîn tekane rêya sereke ye û ev yek anî ziman: “Em bi biryardarî di Rêya 3’yemîn de dimeşin û mîna duh îro jî em ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bînin vê xakê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi hev re ne. Li Tirkiyeyê her pirsgirêk mîna girêkekê ye û rizîbûneke civakî heye. Li gel krîzên aborî û civakî, krîzeke mezin a siyasî jî heye. Sedema vê krîza siyasî jî meseleya Kurd e ku hemû dinyayê qebûl kiriye. Heta hûn meseleya Kurd çareser nekin, il vê xakê hûn nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin.”

Temellî got ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û wiha pê de çû: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramî were herêmê divê ev meseleye li ser zemîneke demokratîk û siyasî were çareserkirin. Rêya vê jî, rêbaza vê jî muxabatê wê birêz Ocalan e. Sermuzakerevan birêz Ocalan e. Çareseriya pirsgirêkan bi neteweya demokratîk pêkan e. Çareserî avakirina pêkvejiyanê ye. Muzakereyeke li ser hîmê hemwelatiya wekhev e. Vaye em ji bo vê têdikoşin.”

‘Sermuzakerevan birêz Ocalan e’

Temellî nêzikatiya Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê vegot û wiha domand: “Piştî pêvajoya 2013-2015an têk çûyî, Tirkiye kete nava kaosê. Di esasê xwe de perspektîfa birêz Ocalan danîbû holê, gavên avêtî, bangên wî û perspektîfa bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê danîbû pêş, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûbû hêvî. Lê belê mase hilweşandin û ‘Plana têkbirinê’ amade kirin. Sedema van êş, mexdûrbûn û pirsgirêkan jî ev heye. Em niha di nava pêvajoyeke nû de ne ku ji Cotmehê ve dest pê kiriye. Gelo dikare bibe zemîna muzakereyan? Belê, dibe. Ji bo avakirina vê zemînê jî, rêya avakirina neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn jî girêdayî avêtina van gava ye.”

Temellî,bi lêv kir ku ji bo amadekirina zemîna muzakereyê divê têkoşîn were mezinkirin û ev nirxandin kir: “Divê em têkoşîna xwe civakî bikin. Divê em her kesî tevî siyasetê bikin û birêxistin bikin. Ev serdem, serdema veguherîna demokratîk e. Kî li dijî vê derkeve dê nekare encamê bidest bixe. Qeyûm, binçavkirin, girtin û bomberankirina Bendava Tişrînê dê nekare ew bi ser kevin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşînê mezin bikin û birêxistin bikin. Weke sermuzakerevan, birêz Ocalan çi gavan biavêje em ê piştgiriyê bidin wî. Ji bo xurtkirina vê û jîndarkirina vê perspektîfê em li vir in.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Semsûr

Li Semsûrê jî li eywaneke dawetan bi gel re civîn hat lidarxistin. Rêvebera Navenda DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama Meclisa Partiyê Sabuha Akdag, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” li eywanê hat daliqandin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun axivî û wiha got: “Di demeke ku li welatê me hêviya aştiyê mezin bûyî de, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî ku ji bo encamgiriya hevdîtinên bi birêz Ocalan re hewl bidin. Nêzikatiya erênî ya raya giştî ya li hemberî pêvajoyê, dê perspektîfa jiyanê xurtir bike. Şêweyê sereke ya pêvajoyê em ê bi hêza xwe ya rêxistinî diyar bikin. Lewma em ê têkoşîna hevpar û tifaqa xwe ya bi gelên bindest û derdorên demokratîk re mezintir bikin. Di serî de karker û kedkar, jin û ciwan, em ê zemîna têkoşîna hevpar xurtir bikin. Bi polîtîkayên qeyûman re îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Divê demek beriya demekî pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin.”

Piştî nirxandinên siyasî, civîn bi pêşniyar û rexneyên beşdaran bi dawî bû.

 

Bedlîs

Li navçeya Tetwana Bedlîsê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên DEM Partiyê yên Bedlîsê Semra Çaglar û Huseyîn Olan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.

Di civînê de ji ewil Hevserokê KCDê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Gelê Kurd zêdetirî 50 sal in li ber xwe dide. Gelê Kurd nasname û çanda xwe parast û xwe gihand van rojan. Li Rojhilata Navîn geşedanên nû hene. Rojava, encama bedelên giran e û niha rastî poLîtîkayên dijminatne tê. Esad ket û HTŞ çû Şamê û bi pêşegtiya Tirkiyeyê êriş li Rojava tên kirin. Rojava, li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şer hate kirin, rûmeta mirovahiyê hate parastin. Ev êriş bes nekirin ku niha her roj êrişan dibin ser Rojava. Sivîl û rojnameger tên qetilkirin.”

Ozturk bilêv kir ku guherînên li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan pêk nayên û wiha pê de çû: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn aktoreke mezin e. Me heta niha çawa li ber xwe dabe dê ji vir û şûnde bêhtir têbikoşin. Qedera Rojava jî em ê diyar bikin û qedera me jî gelê Rojava dê diyar bike. Hemû dinyayê dît bê ka gelê me di şoreşa Kobanê de çawa têkoşiya. Di ferqa vê de ne. Êrişên dewleta Tirk hem li vir hem jî li Rojava didomin. Armanca wan ew e ku di demeke kin de gelê Kurd bêdeng bikin û tune bikin. Lê belê ne em, ew tune bûn û tune dibin. Aboriya Tirkiyeyê ji ber vê dijminatî û êrişên ser Kurdan têk çû. Heke çareseriyek hebe, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe destê xwe dirêj dike. Birêz Ocalan ji gelê xwe piştrast e û gel jî ji biryarên birêz Ocalan piştrast e.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

Etîket: Abdullah OcalanAştiya Civakî û AzadiyêCivînên gelDBPDEM Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

1 ADAR 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: Qanûnên Entegrasyon û Azadiyê

Ji 27ê Sibatê heta Îro: Qanûnên Entegrasyon û Azadiyê

1 ADAR 2026
Babeta çapemenîya erebî û dinya Rojava ya

Çapemeniya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nîqaş dike: Dê rêya pêvajoya siyasî diyar bike

28 SIBAT 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

28 SIBAT 2026
DEM Partî: Siyaseta demokratîk ne sûc e, gefên li pişt deriyên girtî nayên qebûlkirin!

DEM Partî: Siyaseta demokratîk ne sûc e, gefên li pişt deriyên girtî nayên qebûlkirin!

27 SIBAT 2026
‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bernameya Newroza 2026an diyar bû

    Bernameya Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûxalifên Îranî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ‘Statûya Otonom’ pêşniyar kirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hesekê û Kobaniyê bernameya 8ê Adarê hate daxuyandin 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şer herêmî dibe: Îranê baregehên DYAyê li Rojhilata Navîn hedef girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ma Music 9 salî ye: Ne tenê akademiya muzîkê ye navenda ramanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 2yemîn de ye: Îranê baregehên DYAyê carek din kir hedef TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îranê bi fuzeyan bersiv da NÛÇEYA LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Abdullah Ocalan deng veda: Dê bandor li ser hemû mirovahiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (9)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne