Li navçeya Misircê ya Sêrtê di kafeyekê de şewat derket û bû sedema panîkeke mezin, tîmên agirkujiyê yên şaredariyê di demeke kurt de mudaxileyî alava agir kirin û rê li ber belavbûna agir girt.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê ji ber sedemeke ku nayê zanîn li kafeyek ku li ser Cadeya Demokrasiyê ya li navçeyê şewat derket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyan şewatê ragihand û Tîmên Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Misircê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û hildan bin kontrolê û paşê bi temamî agir hate vemirandin.
Kontrolkirina agir rê li ber belavbûna agir a ber bi kargehên derdorê ve hat girtin û di kafeyê de xesarek mezin çêbû û hat zanîn ku tiştek bi serê kesekî nehatiye.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.

















