• Nûçeyên Herî Dawî
Li Stenbolê jî deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin

Li Stenbolê jî deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin

11 ADAR 2025 - 15:07
Daxwaza girtina kesê ku zaroka xwe tacîz kiribû hat redkirin

Daxwaza girtina kesê ku zaroka xwe tacîz kiribû hat redkirin

18 HEZÎRAN 2025 - 19:49
Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

18 HEZÎRAN 2025 - 16:00
Jinek li Zaxoyê kuştin

Jinek li Zaxoyê kuştin

18 HEZÎRAN 2025 - 15:29
Stranbêjek berxwedêr : Eyşe Şana kurdî

Stranbêjek berxwedêr : Eyşe Şana kurdî

18 HEZÎRAN 2025 - 14:48
16 baroyan serdana Partiya ÎYÎyê kir

16 baroyan serdana Partiya ÎYÎyê kir

18 HEZÎRAN 2025 - 14:29
Hamaney gef li Îsraîlê xwar

Hamaney gef li Îsraîlê xwar

18 HEZÎRAN 2025 - 14:20
DEM Partî li Serhedê dest bi mîhrîcanan dike

DEM Partî li Serhedê dest bi mîhrîcanan dike

18 HEZÎRAN 2025 - 13:51
‘Tu bi xêr hat ser axa xwe’

‘Tu bi xêr hat ser axa xwe’

18 HEZÎRAN 2025 - 12:32
Cenazeyê Eyşe Şanê gihişt Amedê

Cenazeyê Eyşe Şanê gihişt Amedê

18 HEZÎRAN 2025 - 08:44
DYAyê sefaretxaneya li Îsraîlê girt

DYAyê sefaretxaneya li Îsraîlê girt

18 HEZÎRAN 2025 - 08:32
Armanc yekitiya jinên Kurd e

Armanc yekitiya jinên Kurd e

18 HEZÎRAN 2025 - 08:09
ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2025an

18 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Ayşe Şan 29 sal şûnde dê li Amedê bê definkirin

Ayşe Şan 29 sal şûnde dê li Amedê bê definkirin

17 HEZÎRAN 2025 - 20:46
Denîz Poyraz li Amedê hat bîranîn

Denîz Poyraz li Amedê hat bîranîn

17 HEZÎRAN 2025 - 18:55
Dayika Aştiyê Hamdiye Şîmdî jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Hamdiye Şîmdî jiyana xwe ji dest da

17 HEZÎRAN 2025 - 18:35
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Daxwaza girtina kesê ku zaroka xwe tacîz kiribû hat redkirin

    Daxwaza girtina kesê ku zaroka xwe tacîz kiribû hat redkirin

    Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

    Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

    ‘Tu bi xêr hat ser axa xwe’

    ‘Tu bi xêr hat ser axa xwe’

    Cenazeyê Eyşe Şanê gihişt Amedê

    Cenazeyê Eyşe Şanê gihişt Amedê

    ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2025an

    Ayşe Şan 29 sal şûnde dê li Amedê bê definkirin

    Ayşe Şan 29 sal şûnde dê li Amedê bê definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Daxwaza girtina kesê ku zaroka xwe tacîz kiribû hat redkirin

    Daxwaza girtina kesê ku zaroka xwe tacîz kiribû hat redkirin

    Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

    Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

    ‘Tu bi xêr hat ser axa xwe’

    ‘Tu bi xêr hat ser axa xwe’

    Cenazeyê Eyşe Şanê gihişt Amedê

    Cenazeyê Eyşe Şanê gihişt Amedê

    ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2025an

    Ayşe Şan 29 sal şûnde dê li Amedê bê definkirin

    Ayşe Şan 29 sal şûnde dê li Amedê bê definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Stenbolê jî deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin

Stenbol / AW

11 ADAR 2025 - 15:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Stenbolê deklarasyona Newrozê ku wê roja 23yê Adarê bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” were pîrozkirin, hat eşkerekirin.

Deklarasyona Newroza 2025an ku dê bi pêşengtiya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk ” dê were pîrozkirin, li Stenbolê hate eşkerakirin. Ji bo eşkerekirina deklarasyonê li hotêleke li navçeya Beyoglûyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Li eywana deklarasyon lê tê xwendin pankarta “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” hate daliqandin. Deklarasyona Newrozê ji hêla Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû ve hate xwendin.

Deklarasyona Newrozê bi vî rengî ye:

“Newroz, ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye. Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye. Gelê Kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye.

Wateya herî mezin a zindîkirina ruhê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê Kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e. Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelan ji bo avakirina jiyana hevpar û aştiya bi rûmet dîsa bangeke dîrokî û xurt kir. Em ê vê banga Rêberê Gelan bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.

Em îsal Newrozê bi şîara Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e. Bi sedsalan e ku gel û bawerî rastî her cure êş û azaran hatine. Di nav gelan de êş û azarên herî mezin jî gelê Kurd kişandiye. Sedema êşa Kurdan a ku di nava dîrokê de ava bûye, zagonên înkarê yên nûjenkirî û polîtîkayên desthilatdaran yên li ser civakê ne. Ji bo ku înkarkirina gelan bi dawî bike, dawî li polîtîkayên çewisandinê bîne û civaka demokratîk ava bike, Rêberê Gelan berpirsyariyeke dîrokî digire ser milê xwe. Ji bo ku bikare vê berpirsiyariya dîrokî bi cih bîne, divê demildest azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelan bê misogerkirin. Dabînkirina şert û mercên xebatê yên hêza ‘Teorîk û Pratîk’ ji pêdiviyeke takekesî zêdetir erka bicihanîna berpirsiyariya civakî û siyasî ye.

Ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtinger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze.

Şoreşa Rojava ronkahiya îro ya ruhê azadiyê yê Newrozê ye. Pergala demokratîk a ku li Rojava hatiye afirandin, civaka neteweya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û wekheviya azad a gelan hatiye avakirin. Pergala Rojava weke Newrozê sembola berxwedan û zayînê ye. Lê mayîndekirina van destkeftiyan û misogerkirina siberoja gelê me tenê bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e. Mîna agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxist, îro jî rêya parastina şoreşa Rojava, bilindkirina meşaleya têkoşînê ye.

Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin. Ji ber vê yekê jî Newroz rastiya dîrokî ye ku her cudahî dikarin li hev bicivin. Civaka demokratîk û aştiya bi rûmet, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê mezin dibe. Îro rêya herî xurt; hembêzkirina van nirxan, mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî, avakirina civaka demokratîk û misogerkirina yekitiya neteweyî ye.

Gelê Kurd weke li Kurdistanê li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne û her tim bûye sembola berxwedan û zayînê. Misogerkirina yekitiya neteweyî dê vê berxwedan û têkoşînê ber bi serkeftinên mezintir ve bibe. Hêzên hegemonîk ên navendî bi hevkariya hêzên herêmî dixwazin li Rojhilata Navîn fermanên nû ava bikin. Lewma ji bo Kurdan xefkên nû tên amadekirin. Gelê Kurd dê sedsaleke din jî bi fermanên derve neyê birêvebirin. Gelê Kurd bi biryar e ku bi paradîgmaya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike û fermanên ku Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî û fikrî ve parçe dike ji holê rake. Gelê Kurd dê vê yekê jî bi xurtkirina yekîtiya neteweyî pêk bîne. Gelê Kurd her tim îradeya xwe ya avakirina siberojê bi nirxên berxwedanê yên berê re li qadên Newrozê nîşan daye. Di dema pêşxistina van nirxan de, gelê Kurd rastiya civakî ji xwe re esas girtiye. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û ji bo gel û baweriyên Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e. Eger yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, dê amûrên zextê yên dewletan jî ji destê wan bê stendin. Li gorî ruhê Newrozê gelê Kurd dê careke din îradeya xwe ya hevpar a azadiyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî; li gund, kolan, bajar, serê çiya û qadan nîşan bide.

Newroza 2025’an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve. Agirê Newrozê dê bi ruhê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe.

Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be.”

Etîket: NewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kurdistanî di Newrozê de li dora Abdullah Ocalan bûn yek

AKPê ji bo roja 21ê Adarê bibe betlane pêşnûme qanûn pêşkêş kir

15 NÎSAN 2025
Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

24 ADAR 2025
Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

23 ADAR 2025
Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

23 ADAR 2025
Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

23 ADAR 2025
Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

23 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (268)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne