• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Macarî sibê diçin ser sindoqan: Muxalefet li pêş e, gel li qadan e

Navenda Nûçeyan / AW

11 NÎSAN 2026 - 10:26
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li Macaristanê hilbijêr sibe diçin ser sindoqan. Beriya van hilbijartinên ku ji bo paşeroja welêt wekî hilbijartinên çarenûsek nû têne dîtin, bi deh hezaran kes li paytext Budapeştê daketin qadan û li dijî hikûmeta niha ya Serokwezîr Viktor Orban daxwaza guherînê qêriyan. Li gorî daneyên anketan Muxalefet bi rêjeyek mezin li pêşe û tê payîn kesîn serbikeve.

Li Macarîstan sibê hilbijartin pêk tên. Bi boneya rêveberiya otorîter a Vîktor Orban ev hilbijartin wekî hilbijartina diyarkirina çarenûsek nû ya Macarîstanê tê dîtin. Di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de, şeva borî li Budapeştê konsereke girseyî ya li dijî hikûmetê hate lidarxistin. Di çalakiyê de nerazîbûnên li hemberî têkiliyên nêzîk ên hikûmeta Orban bi Rûsyayê re derketin pêş. Di konserê de girseyê bi yek dengî dirûşma dîrokî ya “Ruszkik haza!” (Rûs defo bin / Rûs herin malên xwe) berz kir. Ev dirûşm, ku sembola Şoreşa Macaristanê ya 1956an a li dijî desthilatdariya Yekitiya Sovyetê bû, nîşan dide ku hestên li dijî nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Moskowayê gihîştiye lûtkeyê.

Tabloya Anketan: Partiya Tisza bi ferqeke mezin li pêş e

Li gorî anketên herî dawî yên beriya vekirina sindoqan, di siyaseta Macaristanê de guhertineke radîkal tê pêşbînîkirin. Îhtîmala qezenckirina namzedê muxalefetê gelekî bilind e. Daneyên dawî wiha ne:

Partiya Tisza (Peter Magyar): %58

Partiya Fidesz (Vîktor Orban): %33

Ev rêje nîşan didin ku partiya Tisza ya bi serokatiya Péter Magyar, bi qasî 25 pûanan li pêşiya partiya Fîdesz a Serokwezîr Orban e ku bi salan e desthilatdariya welêt di destê xwe de digire.

Rewş Çi Ye?

Pisporên siyasî diyar dikin ku heke encamên sindoqan bi anketan re hevaheng bin, ev dê bibe têkçûna herî mezin a dîroka siyasî ya Vîktor Orban. Gelê Macaristanê ku ji ber qeyranên aborî, polîtîkayên navxweyî û helwesta hikûmetê ya di şerê Rûsya-Ukraynayê de aciz e, bi rêjeyeke bilind berê xwe daye tevgera Péter Magyar.

Çavê Ewropayê jî li Macarîstanê ye

Ne tenê gelê Macar her wiha çavên Ewropayê jî dê li ser sindoqên Macaristanê bin. Ji ber ku Vîktor Orban kesek herê zêde bi mekanîzmayên Ewropayê re di nav nîqaş û nakokiyan de ye. Orban di dema borî de bênavber Ewropa bi boneya polîtîkayên koçberan rexne kir. Her wiha gelek pêkanînên li dijî hiqûqa Ewropayê jî xiste meriyetê.

Ewropa li dijî Orban piştgiriya Magyar dike

Ewropa ji bo li dijî Orban pêşengê muxalefetê Magyar ser bikeve, bi awayek zelal piştgirî da. Ji bo Orban bikeve zehmetiyê Yekîtiya Ewropayê hefteyek berî niha biryara rawestandina hemû alîkariyên ji bo Macarîstanê da. Ev yek wekî hemleyek girîng a li dijî Orban hate pênasekirin. Ji ber ku di aboriya Macarîstanê de xwedî bandorek girîng e, birîna fonan di heman demê de peyamek ji bo gel bû ku Orban hilnebijêrin.

Wekî nûnerek siyaseta otorîter 20 sale li ser kar e

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban ev 20 sale li ser kar e. Orban yekem car di navbera 1998an de bû Serokwezîr û heta 2002yan li ser kar ma. Herê dawî jî ji hilbijartina 2010an heta niha li ser kar e. Wekî siyasetmedarek olperest, nijadperes û rastgirt tê pêna kirin. Di heman demê de wekî siyasetmedarek ji trenda siyasetmedarên rastgir ên otorîter û zordar jî tê dîtin. Bi vê boneyê têkiliya Orban bi Trump, Putîn û siyasetmedarên din ên olperest, nijadperest û çepgir re gelek baş e.

Etîket: MacarîstanPeter MagyarVîktor Orban
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Macarîstanê serdema Orban bi dawî bû: Nexşeriya nû ya Macarîstanê çiye?

Li Macarîstanê serdema Orban bi dawî bû: Nexşeriya nû ya Macarîstanê çiye?

13 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne