Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji bo serkeftina Amedsporê li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir û Amedspor pîroz kir.
Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, ji bo derketina Amedsporê ji Lîga Super a Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê parvkirinek kir û Amedspor pîroz kir. Parvekirina Mazlûm Ebdî wiha ye: “Em ji dil hemû lîstikvan, xebatkar û hezkiriyên Amedsporê pîroz dikin ku bi ser ketin û gihîştin Super Lîgê.
Serkeftina we dilê hemû Kurdan geş kir. Malî ava, her serkeftî bin.”













