Meşa Dirêj a di 21ê çile de ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi 26 kesan dest pê kir, di roja 9an de didome. Kurdistanî û dostên kurdan jî tevlî Meşa Dirêj bûn.
Meşa Dirêj a ku 21ê çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest pê kir, di roja xwe ya 9an de li bajarê Melunê berdewam dike. Çalakvanên Meşa Dirêj li Stasyona Melunê bi Kurdistanî û dostên wan re civiyan û çalakvanan li vir danezanên têkildarî armanca Meşa Dirêj û daxwazên wan belav kir. Çalakvanan ji stasyonê meşa xwe domand û Kurdistanî û dostên wan jî tevlî meşê bûn.
Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Azadî ji Rêber Apo re”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana HSDê” berzkirin û li ser rêya xwe danezan belav kirin. Meşê tevî barîna barana zêde jî bi coşeke mezin berdewam kir. Çalakvanan peyama “Heya Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin, em dê ji bo azadiya xwe çalakiyên xwe bidomînin û li qadan bin” da û ji bo tevlîbûna çalakiya ku dê di 15ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin jî bang hate kirin.