• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navçeyeke bênexweşxane û bêbijîjk: Elkê

Fexredîn Kiliç / AW

20 HEZÎRAN 2025 - 08:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Şirnex – Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi hinceta ku ji bo erdhejê ne guncav e, nexweşxane veguhestibûn dibistanekê. Li nexweşxaneyê ji ber hejmara bijîjkan, personelan û malzemeyan kêm e, welatî mexdûr dibin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di sala 2013yan de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ya Şirnexê rapora “Ji bo erdhejê guncav nîn e” da. Lê tevî raporê jî nexweşxane bi salan hate bikaranîn. Nexweşxaneya xwedî kapasîteya ku 30 nexweş dikarin lê bên razandin di sala 2004an de hatibû vekirin. Avahiya nexweşxaneyê di nava demê de ket asta nebikaranînê. Piştre biryar hate dayîn ku di sala 2020an de bê hilweşandin û nexweşxaneyeke nû bê avakirin.

Li avahiya dibistanê xizmeta tenduristiyê didin

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû jî biryar hate dayîn ku tavilê bê hilweşandin. Bi biryarê re nexweşxane di 30yê Cotmeha 2023yan de veguhestin dibistanekê. Her çiqas biryar hate dayîn ku avahiya nexweşxaneyê veguhêzin dibistanê jî lê belê avahî hê jî wek nexweşxaneyê di xizmetê de ye. Lê ji derve û hundir ve jî xuya dibe ku avahî ne li gorî şert û mercên xizmeta tenduristiyê ye. Ji bo çêkirina nexweşxaneyeke nû Wezareta Tenduristiyê gelek caran derxist ber îhaleyê û herî dawî pêvajoya îhaleyê bi dawî bû û di meha Hezîrana 2024an de dest bi çêkirina wê hate kirin. Li gorî îhaleya hatiye kirin divê avahiya nexweşxaneyê di Îlona 2026an de bi dawî bibe û were teslîmkirin.

Hejmara bijîjk, personel û malzmeyan pir kêm in

Li nexweşxaneyê hejmara bijîjkan, personelan û malzemeyan gelek kêm in. Ev jî dibe sedem ku welatî di xwegihandina mafê tenduristiyê de mexdûr bibin. Nexweşên rewşa wan giran sewqî navenda Şirnexê tên kirin. Şirnex jî 122 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Hem rê hem jî dema zêde, xetereyê li ser jiyana nexweşan çêdike. Niha li nexweşxaneyê bijîjkekî welidandinê, yekî dahîliyeyê, yekî diranan û 8 bijîjkên pratîsyen hene. Her wiha li nexweşxaneyê hejmara personelan jî kêm e. Li gel vê yekê jî 8 hemşîreyên ku qadroyên wan li nexweşxaneyê xuya dike jî lê belê bi torpîlên sendîkayên alîgirên hikûmetê, li nexweşxaneyên navçeyên Silopiya, Cizîr û navenda Şirnexê hatine peywîrdarkirin.

Ev peywîrdarkirin di heman demê de tayînên nava bajêr jî asteng dike û dibe sedemê mexduriyeteke cuda. Ji ber ku şûna kontenjanên van hemşîreyan li Elkê xuya dike, wekî din hemşîre nikarin bên tayînkirin. Ji ber van torpîlan, xizmeta tenduristiyê ya bikalîte nikare bê dayîn. Dîsa divê 10 personelên rontgenê hebin lê 3 heb tenê hene û yek jî ji navçeya Silopiyayê tê. Di beşa lezgîn de jî valahiya personelan heye. Di van şertan de hin personel neçar dimînin 15 rojan 24 saetan nobetê bigirin.

Unîteya oksîjenê, klîma û asansor nîn in

Ji bilî personelan kêmasiya malzemeyan jî heye. Ji ber avahiya nexweşxane lê ya dibistanê ye niha unîteya oksîjenê, klîma û asansor nîn in. Tevî ku rêveberiya nexweşxaneyê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê daxwaza personel û malzemeyan dike jî ev yek an dereng tê bicihanîn an jî qet nayê bicihanîn.

Hejmara ambûlansan kêm e

Li navenda navçeyê her wiha du Îstasyonên Banga Lezgîn ên 112ê hene û li van îstasyonan tenê 3 ambûlans hene. Ev yek jî têra navçeyeke ku li gel gundan nufusa wê 14 hezar 809 kes in û 31 gundên wê hene nake. Her wiha gundê ji navçeyê herî dûr gundê Bate ye û ew jî 45 kîlometreyan ji navçeyê dûr e. Ji ber vê yekê dema li gundên dûr nexweşek çêdibe çûn û hatina ambûlansê bi saetan dom dike. Ji ber vê yekê welatî dixwazin li gundê Çemanê ku di navbera çend gundan de cih digire û ji gundê Bateyî re 26 kîlometreyan dûr e Îstasyoneke Banga Lezgîn a 112ê bê avakirin û hejmara ambûlansan bê zêdekirin. Ji ber ku navbera navçeyê û Şirnexê 122 kîlometre ye û rê nebaş in jî di rewşên lezgîn de an helîkoptera ambûlansê ji Wanê tê an jî helîkopterên leşkerî nexweşan dibin navenda Şirnexê.

Mafê xwegihandina tenduristiyê yê welatiyan tê binpêkirin

Ji ber nebûna bijîjkan û kêm derfetan gelek welatî an diçin bajarên derve an jî jiyana xwe ji dest didin. Bi vê yekê mafê xwe gihandina tenduristiyê yê welatiyan tê binpêkirin.

Erdnîgariya Elkê û tax û gundên wê

Navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê erdnîgariyê ve navçeyeke stratejîk e. Li Bakurê wê Wan, li Rojhilatê wê Colemêrg, li Rojavayê wê Sêrt, li Başûrê wê jî Şirnex heye. Elkê di nava Çiyayên Katoyê Jîrka û Katoyê Marûnis de hatiye avakirin û Çemê Xabûrê di nav re derbas dibe. Nufûsa navçeyê li gel gundan ji 14 hezar û 809 kesan pêk tê. Navenda navçeyê ji taxên Elkî, AlîÇavûş, Karşiyaka û Bilbêsê pêk tê û nufûsa navendê 5 hezar û 922 ye. Ji bilî gundên hatine valakirin 31 gundên Elkê hene û navên wan wiha ne: Pîrdoda, Feraşîn, Tanga Xana-Kahniya Bişkêr, Kaçêt, Bêzal, Govîk, Tivor, Germav-Geliyê Gewda, Geznex, Ewrek, Mezra, Karçane, Gelejêr, Barzane, Çeman, Kitêr, Bîşî, Şekalwa, Zerbêl, Çemê Heskê, Kespiyaniş, Berê Derya, Pertevîn, Mêrkitik, Zorava, Mehrê, Melêsê, Bêrman, Hemka, Pîrosa û Bate.

Etîket: bijîşkDibistanElknexweşnexweşxanepersonelŞirnexê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

16 HEZÎRAN 2026
Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

15 HEZÎRAN 2026
Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

22 GULAN 2026
Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

15 GULAN 2026
Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

25 NÎSAN 2026
Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

20 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (740)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne