• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nivîskar Karakûş: Mirov bi têkoşînê digihije heqîqetê

Navenda Nûçeyan /AW

8 MIJDAR 2025 - 09:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda nûçeyan – Nivîskar Mehmet Karakûş li ser rêbaza xwe gihandina heqîqet û aliyê mîtolojiyê axivî û got: “Divê her tim li dijî lawaziyê têkoşîneke xurt hebe. Mirov bi têkoşînê digihije heqîqetê.”

Li gorî lêkolîn û vekolînan heqîqeta her tiştî heye. Lêgerîna heqîqetê her tim didome. Di nav Modernîteya Kapîtalîst de em çiqas dikarin xwe bigihînin heqîqetê? Ku mirov xwe bigihîne heqîqetê dê çi biguhere? Mirovan di lêgerîna heqîqetê de her tim rêbazên mîtolojî, ol, felsefe û zanînê bikar anîne. Bi van rêbazan xwe gihandiye heqîqetê. Di xwegihandina heqîqetê de ‘rêbaz’ rêya kurt pêşnîyar dike, kîjan rê gihiştibe encamê ew rê rast e.

Li ser rastiya heqîqetê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Gelo lêgerîna me ya heqîqetê hewldanek vala bû? An jî em di nav demên tarî re derbas dibûn? Şaşîyên mezin li ku û kengî çêbûn?“ Li ser vê gotinê; me jî xwest kesên ku li ser heqiqetê lêkolîna wan heye nirxandinên wan bigirin.

Yek ji kesên ku li ser heqîqetê û mîtolojiyê lêkolînan dike û dinivîse jî nivîskar û edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Mehmet Karakûş e. Mehmet Karakûş li ser heqîqetê nirxandinên girîng û balkêş kirin.

‘Mirov çawa li dinya û jiyanê binêre li rastiyê jî wisa dinêre’

Mehmet Karakûş li ser mijara heqîqetê û etîmolojiya wê nirxandin kir û got: “Heqîqet peyveke erebî ye. Tê wateya rastiyê. Lê di navbera heqîqet û rastiyê de ferq heye. Ji ber ku rastî ji aliyê hişmendiya mirov ve hatiye teşekirin. Mirov çawa li dinya û jiyanê binêre li rastiyê jî wisa dinêre. Di nav mêjî û ruhê mirovan de rastiyek çawa derbas bibe ew ji bo wî/wê kesî/ê dibe rastiyek. Lê her tim rastî û rastîbûyîn ne heman tişt e. Mirov dema li paradîgmayekê dinêre li ser vê paradîgmayê ji xwe re heqîqetekê ava dike. Jixwe avakirin û guhertina civakekê bi avakirina heqîqetê dest pê dike. Di lêgerîna heqîqetê de çarçoveyek tê avakirin û li gor wê tê tevgerîn.”

‘Divê li dijî lawaziyê têkoşîn hebe’

Mehmet Karakûş der barê têkiliya di navbera azadî û heqîqetê de jî agahî dan û ev tişt anî ziman: “Di rastiya Kurdan de gihiştina heqîqetê bi azadiyê ve girêdayî ye. Di pêvajoya azadbûyîna kesayet de ku kes ne azad be nikare bigihije heqîqetê. Gihiştina heqîqetê û azadiyê bi şikleke hevrast tê meşandin. Di gihiştina azadiyê de pêwîste kes di destpêkê de xwe û civaka ku jê derketiye nas bike. Di heman demê de kes dema xwe nas dike gihiştina heqîqetê ya heyî bi xwe re dide berhevdan. Bi vî awayî aliyên xwe yê xurt û lawaz dide der. Bi têkoşîna aliyên xwe yên lawaz digihije encama azadî û heqîqetê. Têkoşîna bi aliyên xwe yên lawaz di heman demê de têkoşîna li dijî lawazbûna civakê ye. Kesa/ê ku dixwaze azad bibe bi qasî lawazbûna civakê pêwîste bi lawazbûna xwe re jî têbikoşe. Dê wisa bigihije heqîqetê.”

‘Ku yek nebe ya din jî nabe’

Mehmet Karakûş, bal kişand ser têkoşîn û lêgerîna ji bo heqîqetê jî û wiha dirêj kir: “Li Kurdistanê ji bo mirov xwe bigîne heqîqetê pêwistî bi lêgerîna heqîqetê ya bi eşq heye. Pêwistî bi yekbûna hest û fikran heye. Dema kes bi heqîqetê re bibe yek jiyana azad mayînde dibe. Bi xwegihandina jiyana azad re êdî kesayeta azad jî derdikeve holê. Lêgerîna heqîqetê, xwe gihandina heqîqetê, kesayeta azad û avakirina jiyana azad mijarên girêdayî hev in. Ku yek nebe yê din jî nabe, hev mezin û temam dikin. Mijarên neyînî ji aliyê neyînî ve bandor dibin, mijarên erênî ji aliyê erênî ve bandor dibin. Ev lêgerînek e, di vê lêgerînê de kes bi qasî ku xwe azad dike li gorî heqîqetê xwe û jiyana azad diafirîne.”

‘Civakeke azad û kesayeteke azad jî mijareke têkoşînê ye’

Mehmet Karakûş da zanîn ku wateya jiyanê ji bo hemû kesan ne yek e û wiha pê de çû: “Şertên erdnigariya mirov ku lê ji dayik bûye, mirovan dikişine lêgerînekê. Di vê lêgerînê de kes wateyek û rêyek dide pêşiya xwe. Rewşa jiyana gelê Kurd ji mêtîngeriyê wêdetir e. Ji ber vê yekê wateya jiyanê di civakek azad û kesayetek azad de dibîne. Civakeke azad û kesayeteke azad jî mijareke têkoşînê ye. Ev têkoşîn hem li dijî pirsgirêkên navxweyî yên civakê hem jî pergala ku dixwaze me di bin mêtîngeriyê de bihêle ye. Têkoşîn ji xweber pêş nakeve. Lewma Rêber Apo dibê ‘Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e.’ Divê em vê têkoşînê hem li dijî kesayetiya xwe ya paşverû bidin hem jî li dijî pergala kapîtalist bidin. Li vir sê pirs divê bên bersivandin. Pirsên ‘Pêwîst e çawa were jiyîn? Divê çi were kirin? û Ji ku were destpêkirin?’ bêne pirsin.”

‘Mirovan li ser mîtolojiyan jiyanek ava kiriye’

Mehmet Karakûş bi bîr xist ku heqîqet li ser mîtolojiyê hatiye avakirin û wiha berdewan kir: “Şert û mercên demên berê û asta fêmkirina mirov, mirovan ber bi mîtolojiyê ve kişandiye. Li ser vê mîtolojiyê mirov ji xwe re jiyanek, baweriyek û amûrên îbadetê diyar kirine. Bi taybetî civaka klanê û yekem şaristaniya koletiyê xwe li ser mîtolojiyê ava kiriye. Mîtolojiya yekem ku xwe li ser ‘Exlaq-Polîtîka’ ava kiriye bi nirxê civakê û jinan lîstiye û pergala kastîk-qatîl pêşxistiye. Êdî mîtolojî dikeve bin kontrola şaristaniya dewletî. Piştî wî olên yekxwedayî îslam, xiristiyanî, cihûtî derdikevin û di çarçoveya olên yekxwedayî de heqîqetek tê avakirin. Êdî olên pirxwedayî lewaz dibin, hemû taybetmendiyên erênî û neyînî di ‘Xwedê û Yehova’ de tê dîtin. Di nav rêbaza olan a ku di lêgerîna heqîqetê de tê bikaranîn de jî mîtolojî heye. Ji ber ku ol berdewama mîtolojiyê ye. Hin mîtolojî ji nav rastiya jiyanê derketine lê tiştên heyî pir nepixandine û bi wî awayî girtine dest. Hin mitolojî jî derew in, bi rastiyê re tu eleqeyeke xwe tune ne. Tenê armanca wan rizagirtina ji gel û tehekumkirin e. Bi taybet karê rahîbên Sumeran lîstina hestên gel, birêvebirina gel û rê dayîna gel e. Ji bo vê gelek mîtolojiyên derew derxistine. Ev li Rojhilat bi mîtolojî û ol derdikeve pêş. Li Rojava bi taybetî di nav yunanan de bi felsefe derdikeve pêş. Ji ber ku gelê yunan êdî baweriya xwe bi mîtolojiyan naîne felsefe pêşdikeve. Ji ber vê felsefe rola avakirina heqîqetê dibîne.”

Mehmet Karakûş herî dawî li ser avakirina paradîgmayê jî ev tişt got: “Em di avakirina paradîgmaya xwe de mîtolojî, ol, felsefe û zanistê red nakin û li ser vê esasê heqîqeta xwe ava dikin.”

 

Etîket: HeqîqetLêkolînMehmet KarakuşMîtolojîTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

26 HEZÎRAN 2026
Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

19 HEZÎRAN 2026
Nobeta JESê ya Gimgimê bi hevgirin û biryardariyê mezin dibe

Nobeta JESê ya Gimgimê bi hevgirin û biryardariyê mezin dibe

17 HEZÎRAN 2026
Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

12 HEZÎRAN 2026
Keda 35 salan: Bîrsel Karakoyun bû stûna odeyê!

Keda 35 salan: Bîrsel Karakoyun bû stûna odeyê!

10 HEZÎRAN 2026
Jinan li ber Wazereta Dadê bang kir: Dê têkoşîna me bidome

Jinan li ber Wazereta Dadê bang kir: Dê têkoşîna me bidome

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (728)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne