• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeta li Nisêbînê du hefte li pey xwe hişt

Mêrdîn / AW

27 KANÛN 2024 - 16:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiya nobeta xwedîderketina Rojava ya li ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo tevî sermayê jî di roja 15emîn de berdewam kir. Carek din berxwedana li Rojava hat silavkirin.

 

Li ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo nobet û çalakiya xwedîederketina li Rojava tevî serma û şiliyê jî di roja 15emîn de berdewam dike. Îro jî rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên Nisêbînê, Mêrdînê û navçeyên din, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dowîz û pankart hatin vekirin û her wiha wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hildan û dirûşmên dilsoziya bi Rojava re hatin berzkirin.

‘Em berxwedana Rojava silav dikin’

Di çalakiyê de ewilî Dayika Aştiyê dayika Helîm axivî û wiha got: “Bi xêrhatina her kesî kir. Ji vî şerê qirêj re bes e. Rojava nehatiye Tirkiyeyê û pê li axa kesî nekiriye. Dawa maf û axa xwe dikin. Sed silav ji xelkê me yê Rojava re. Bila dest ji van hovan û çeteyan berdin. Êdî ji van êrişan û şerî re bes e. Em êrişên li ser Rojava şermezar dikin. Ji vê xwînê û kuştina ciwanên me têr nebûn? Êdî bes e. Em carek din berxwedana Rojava silav dikin.”

‘Rojava warê Kurdan û welatê me ye’

Hevserokê DEM Partiya Mêrdînê Mehdî Tunç jî axivî û wiha got: “Ev desthilatdarî bi zilma xwe îro biratiya navbera gelan binpê dike. Tenê li ser Rojava şer û pevçûnê diafirîne. Îro li Rojava ji her demê bêtir pêdivî bi jiyanek azad heye. Kurd ji bilî dostanî û hevaltiyê tiştek naxwazin. Kurd dixwazin bi hemû gelan re di nava aştiyê û azadiyê de bijîn. Daxwaza Kurdan daxwaza mafên wan rewa ne. Dixwazin îro dîsa sedsalek din bi Kurdan bidin windakirin. Lê Kurd di dîrokê de ji Şêx Seîd û Seyîd Riza bigire heta îro Kurdan tu carî qebûl nekiriye. Wê tevî hemû zext, êriş û komkujiyan jî Kurd li ber xwe bidin û bigihîjin mafên xwe. Ev welat welatê Kurdan e. Navê vir Kurdistan e. Rojava Kurdistan e. Wê serkeftin a Kurdan be. Wê Kurd bigihîjin armanca xwe ya azadiyê.”

Piştî axaftinan çalakiya îro bi dawî bû.

Etîket: ÇalakîNisêbînnobetQamişloRojavaSînor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

29 HEZÎRAN 2026
Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

26 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Nobeta JESê ya Gimgimê bi hevgirin û biryardariyê mezin dibe

Nobeta JESê ya Gimgimê bi hevgirin û biryardariyê mezin dibe

17 HEZÎRAN 2026
Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

15 HEZÎRAN 2026
Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne