• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDê kongreya xwe li dar xist: Divê ‘mafê hêviyê’ bê nasîn

Amed / AW

13 NÎSAN 2025 - 16:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

OHDê 4emîn Kongreya xwe ya Asayî li Amedê li dar xist. Di axaftinan de hat diyarkirin ku “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bê nasîn û bigihîje azadiya xwe. Serhat Çakmak û Ekîn Yeter ji nû ve bûn Hevserokên Giştî yên OHDê.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) 4emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çandê û Kongreyê Çand Amedê li dar xist. Bi sedan endamên OHDê, serok û rêveberên hin baroyên bakurê Kurdistanê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê, DBPê, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û bi dehan nûnerên rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn. Li salona kongreyê pankartên cihêreng hatin daliqandin. Her wiha pankarta ku wêneyê Tahîr Elçî li ser bû, “Em te ji bîr nakin” û “Divê demildest mafê hêviyê pêk were” hatin lidaqandin.

‘Azadiya fizîkî’

Destpêkê hilbijartina dîwanê hat kirin. Destpêkê Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê û endama OHDê Newroz Uysal ku ji bo dîwanê hat bijartin axivî û behsa têkoşîna hiqûqê û mafê mirovan kir. Newroz Uysal destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bê nasîn û êdî bigihîje azadiya xwe ya fizîkî.

Ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê rêz hat girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.

Pişt re jî sînevîzyona ku qala kar û xebatên OHDê dike, hat nîşandan. Piştî nîşandana sînevziyonê dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Navê beşdar û mêvanan hat xwendin. Piştre jî parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ku demek beriya niha ji girtîgehê hatibû berdan, nameya parêzerê girtî yê li Girtîgeha Burdurê girtî şandibû kongreyê, xwend.

‘Divê şertên azadiyê pêk werin’

Ewilî Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û hemû endamên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Ekîn Yeter di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka daraz, xwenegihandina edaletê û binpêkirina mafên mirovan. Ekîn Yeter bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest tavilê “mafê hêviyê” û şert û mercên azadiya wî pêk were. Ekîn Yeter anî ziman ku hê jî bi temamî tecrîd nehatiye rakirin û di her warî de binpêkirina mafên mirovan didome. Ekîn Yeter da zanîn ku li girtîgehan bi sedan girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan siyasetmedar, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, xwendekar, ciwan, jin û gelek kes hatin girtin.

Nameya Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî, Endamê Rêveberiya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr û parêzerên girtî hatin xwendin.

Raporên xebatê nago faliyetê û malî yên rêveberiya heyî hatin xwendin.

‘Bila pêvajo bi serkeftî be’

Li ser navê Dayikên Aştiyê Nûrvet Demîr axivî û wiha got: “Ez hêvîdarim ev kongreya we bibe hêvî û wesîleya azadiyê. Em bi hêvî ne û li benda vê hêviyê ne ku pêk were. Ev pêvajoya ku dest pê kiriye bi hêviya azadiyê be û bi serkeftî be. Em hêvîdarin ku wê aştî pêk werin. Em dixwazin hemû girtiyên me werin berdan. Serkeftin ji me hemûyan re.”

Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn jî axivî û destnîşan kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Abdullah Ocalan ku 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tevî hemû polîtîkayên tecrîdê li ber xwe dide, bang li hemû cîhanê dike û dixwaze aştî û demokrasî li nav civakê belav bibe. Pinar Sakik Tekîn da zanîn ku ew ê bêdeng nemînin û wê têkoşîna xwe ya mafên mirovan û girtiyan bidomînin.

‘Divê êdî serokê vî gelî ji zindanê azad bibe’

Li ser navê Dayikên Nobeta Edaletê Meryem Soylû axivî û ew hêvî dikin ev kongre bibe wesîleya azadiyê, wekheviyê, aştiyê û pêkanîna edaletê. Meryem Soylû diyar kir ku ev pêngava ku hatiye destpêkirin pêngava aştiyê ye û got: “Gere em hemû xwe bixin bin vî barî. Divê êdî Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji zindanê were berdan. Ev gel êdî naxwaze ku serokê wan di zindanê de be.”

Hevserokê MEBYA-DERê Mehmet Emîn Kiliç jî da zanîn ku ew bi hêvî ne ku azadî wê di demek nêz de were mîsogerkirin.

Nameya Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli yê girtî hat xwendin. Nameya Hevşaredarê Wanê yê berê parêzer Bekîr Kaya yê girtî jî hat xwendin.

‘Ji bo nasîna nasnameya Kurd’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî axivî û da zanîn ku sed sal in pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û ew wek hiqûqnasan neçar in ku bibin pêşengên vê pêvajoya hatiye destpêkirin. Guleç diyar kir ku divê beriya her tiştî hiqûq were axaftin û divê hemû mafên gelê Kurd werin mîsogerkirin. Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku hê jî ziman û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê Kurdî qedexe ye û nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û têkoşîna hiqûqî ya OHDê.

Yeter û Çakmak dîsa bûn hevserok

Piştî navberê rêveberiya nû ya OHDê hat diyarkirin. Parêzer Serhat Çakmak û Ekîn Yeter dîsa ji bo Hevserokatiya Giştî ya OHDê hatin bijartin.

Hevserokê OHDê Serhat Çakmak axivî û destnîşan kir ku ew bi têkoşîna xwe ya hiqûqî û ji bo mafên mirovan gihîştin van rojan.

Kongre bi girtina wêneyê giştî û gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanKongreOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

12 HEZÎRAN 2026
Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

10 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

9 HEZÎRAN 2026
82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

9 HEZÎRAN 2026
Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DBP ji bo pêkanîna aştî û azadiyê dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê ya bi Kurdî der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (350)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne