• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

    SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

    Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

    SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

    Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Patronan ronî dike, cîhanê tarî dike

Mehmet Alî Ertaş / AW

12 ÇILE 2025 - 08:05
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A

Amed – Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) ji 10 bendavên Tirkiyeyê yên herî mezin 7 bendav li Kurdistanê ne. 3 bendav jî li Derya Reş in. Li gorî daneyên 2024an li Tirkiyeyê 861 bendav hene. Di serdema AKPê de 585 bendav hatin avakirin. Her çend bendav bibin çavkaniyên enerjî û patronan jî, ji fêdeyê zêdetir sed qad zerarê dide jiyanê û siberojê tarî dikin.

Li cîhanê pergala xweza û avhewayê xera dibe. Êdî demsal hatine guhertin. Di demsalên zivistanan de baran û berf wekî berê zêde nabare. Hevsengiya rêjeya baran û berfê xera bûye. Bereketa nebatan kêm bûye. Çavkaniyên avê û çemên diherikin her ku diçe zûda dibin. Yek ji sedema sedemên wan ên sereke zêdekirina bendavan e. Hêzên desthilat û sermayedar ku hêza xwe ji hikûmet û dewletan digirin, ji bo hilberîna enerjî û ceyranê bi dest bixin, hevsengiya xweza û avhewayê xera dikin. Tenê li gorî berjewendiyên sermaye û hêza xwe nêzî xwezayê dibin. Lê her çend demdirêj fêde bikin jî, çêkirina bendavan ji bo sed sal şûnde xezeb û tofane. Li Tirkiyeyê li gorî daneyên DSÎyê
di sala 2024an de li tevahiya Tirkiyeyê 861 bendav hene. Ji van bendavan 203 bendav ên mezin in. 658 bendavên biçûk in û ji bo avdaniya çandiniyê tên bikaranîn.

Li gori daneyên DSÎyê li Tirkiyeyê 10 bendavên mezin hene. Ji van bendavên mezin 7 hebên wan li bajarên Kurdistanê ne. 3 bendav jî li Deryaya Reş in. Yek ji bendava herî mezin Bendava Ataturk e. Bendava Ataturk ku li Rihayê ye, hêza wê ya enerjiyê2400 MW ye. Bendavên din li gorî mezinbûnê wiha ne:

Bendava Karakaya li Amedê ye û hêza wê 1800 MW ye. Bendava Kebanê li Xarpêtê ye û hêza wê 1330 MW ye. Bendava Ilisû-Heskîf li Mêrdîn/Êlihê ye û hêza wê 1200 MW ye. Bendava Altinkaya li Samsûnê ye û hêza wê 700 MW ye. Bendava Bîrecîkê li Rihayê ye û hêza wê 672 MW ye. Bendava Denireê li Artvînê ye û hêza wê 670 MW ye. Bendava Kalekoyê li Çewlîgê ye û hêza wê 634 MW ye. Bendava Beyhanê li Xarpêtê ye û hêza wê 582 MW ye. Bendava Yusufelî li Artvînê ye û hêza wê 558 MW ye. Li gorî daneyan jî tê dîtin ku bendavên ku bûne çavkaniya enerjiya Tirkiyeyê tev li Kurdistanê ne.

Çavkaniya enrejiyê dibe qeyrana jiyanê

Bendavên ku bi destê dewletan tên avakirin, her çend bibin çavkaniyên enerjiyê jî, ji bo salên dûr û dirêj bi xwe re qeyran û krîzên kûr ava dikin û jiyanê tarî dikin. Her çend ji bo xwediyên şîrket û sermayedaran çavkaniya jiyanê be û wan ronî bike jî, li seransarî cîhanê hevsengiya xweza, avhewa û jiyanê xera dike û jiyanê tarî dike. Lêkolîn û mînakên li cîhanê nîşanî me dide ku êdî qeyranê avê rû didin. Ji ber çêkirina bendavan êdî kaniyên avê zuha dibe. Nezla avê dadikeve. Hişkesalî zêde dibe. Rejeya ava şêrîn her ku diçe kêm dibe. Dema ku mirov demdirêj li rastiya bendavan dinere, li şûna çareseriyê qeyranê pêş dixin. Di mînakên li cîhanê de tê dîtin ku çem û rûbarên ku bendav li ser hatine avakirin, çavkaniya avê zuha bûye. Rê li pêşiya çolistanê vedike. Hevsengiya pergala zindiyan xera dike. Wekî damarê xwînê yên bedena mirovan jiyanî ne. Çawa ku xwîna laşê mirov disekine, mirov dimire, çem û rûbarên diherikin jî dema zuha dibin, jiyana li dora wan tev dimire.

Dema mirov li rewşa Tirkiyeyê ya bendavan dinere, di navbera salên 1954-2002an de li Tirkiyeyê 276 bendav hatin avakirin. Lê di 15 salên serdema AKPê yên di navbera 2002-2017an de li Tirkiyeyê 175 bendav lê hatin zêdekirin û ev hejmar derxistin 451 bendavan. Di 22 salên serdema AKPê de 585 bendav zêde bûn û hejmara bendavan gihişt 861ê.

Li tevahiya cîhanê jî nêzî 50 hezar bendav tên avakirin. Lê bi qasî hejmara bendavan zêde dibe hevsengiya xweza û ekolojiyê jî xera dibe. Mînak ji bo avdaniya pembo herikîna çemên Amuderya û Sirideryayê guhertin. Ev yek bû sedema Deryaya Aralê. Dîsa ji ber ku li ser çemên Loire yê Fransayê bendavên Maison-Roulges û Soint-Etionne do Vigon ava kirin, çem zuha bûn. Ji ber zerarê bendavna li Swîsre, Norveç, Macaristan û Avustralyayê çêkirina bendavên ji bo hilberîna enerjiyê rawestandin. Li DYAyê jî ji ber zerarê bendavan nêzi 500 bendav betal kirin. Her çend li gelek welatên cîhanê çêkirina bendavan tên rawestandin jî li Tirkiyeyê bi taybet li Kurdistanê înşaata bendavan zêde dikin.

Li gorî zanyaran çêkirina bendavan, axa bi bereket a ji bo çandinî û çotkariyê di bin avê de dimîne. Ji ber çotkarî û çandinî têk diçe betalî û xizanî jî zêde dibe. Fizîk û zindîbûna axê xera dibe. Ekosîstema bi milyonan zindiyan xera dibe û di mirov û hemû cureyên zindiyan de koçberiyek mezin dest pê dike. Warên dîrokî û çandî di bin avê de dimînin. Mirov dikare wekî Heskîf, Newala Çorî, Gundê Xelef û gelek warên dîrokî nîşan bide. Gelek cûreyên sewalan û nebatan di bin avê de dimîne û tune dibin. Hevsengiya avhewayê xera dike. Ji ber zêdebûna bendavan êdî rêjeya baran û berfê hatiye guhertin.

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

8 GULAN 2026
Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

8 GULAN 2026
Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

8 GULAN 2026
Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

8 GULAN 2026
Heyeta Dayikên Aştiyê serdana Partiya Gelecekê kir

Heyeta Dayikên Aştiyê serdana Partiya Gelecekê kir

8 GULAN 2026
SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

SESa Êlihê êrişa li Colemêrgê şermezar kir

8 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ruhê dengbêjiyê biparêzin em ê xetereyan jî kêm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokê Baroya Colemêrgê: Li ÎŞKURê bêhiqûqî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê destpê kir: Heta nexwînin dê nikaribin pêşeroja xwe ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (200)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne